Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe

Ba bû bager li Taywanê

Servîsên rewşa hewayê yên Girava Taywanê, ragihand ku leza Bagera Koînûyê ku li başûrê giravê rabûye, saetê zêdeyî 340 kîlometreyan e.

Servîsa meteorolojiyê, diyar kir ku roja Çarşemiyê bi şev li Girava Orkîdeyê bagereke nedîtî li Taywanê rabûye.

Li gor servîsê, bager wê pêşiyê li başûrê Taywanê rabibûya lê berê wê guheriye.

Bi ya pisporan ji ber guherîna avhewayê pêşbînîkirina berê bahozên tropîk zehmet dibe, bahoz zêde dikin, şiliyeke zêde dibare û dibe lehî.  

Berê bagêrê ku rabibe zêdeyê 200’î çûn û hatin bi balafiran, betal bûne û ji bo parastinê 3 hezar kes ji cihên asê yên herêmê hatine derxistin.

Li gor medyaya herêmî, kes bi piranî dar bi ser wan de hatine û birîndar bûne. Li seranserê giravê zêdeyê sê hezarî mal mane bêyî ceyran.

Ji meha Gulanê ve ye ku bahozên tropîk li Taywanê radibin, lê bagera Haîkû çar sal in li giravê radibe. Ji ber barîna şiliyê û bagerê bi şid, 8 hezar kesan terka malên xwe kiriye. Li gor Çavdêrîxaneya Meteorolojiyê, tê payîn ku Bagera Koînûyê ji Taywanê berê xwe bide Gûangzhhou ku bajarekê Çînê ye.