Pevçûn li Îsraîlê dest pê bûn
Piştî hêzên çekdar ên Hemasê serê sibehê li dijî Îsraîlê dest bi şer kir, li Îsraîlê rewşa awarte hat ragihandin. Hat diyarkirin ku pevçûn li Îsraîlê ji erdê ve dest pê bûne.
Piştî hêzên çekdar ên Hemasê serê sibehê li dijî Îsraîlê dest bi şer kir, li Îsraîlê rewşa awarte hat ragihandin. Hat diyarkirin ku pevçûn li Îsraîlê ji erdê ve dest pê bûne.
Vê sibehê dawî li agirbesta navbeya Filistîn û Îsraîlê hat. Lîwayên El Kassam Izzeddîn ku hêzên çekdar ên Hemasê ne, ragihand ku zêdeyê pênc hezaran roket berdane Îsraîlê.
Artêşa Îsraîlê da zanîn ku ji Xezeyê kes ketine nava erdê Îsraîlê. Hat diyarkirin ku nêzîkê 60 kesên çekdar ketine nav 14 cih û waran. Her wiha hat gotin ku gelek Îsraîlî dîl hatine girtin.
Xaça Sor a Îsraîlê Magen David Adom, eşkere kir ku jineke 60 hatiye kuştin û zêdeyê 200’î kes birîndar in.
Li gor rayedarên herêmî yekê hilbijartî pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye.
Li gor berdevkê artêşa Îsraîlê, yekîneyên Îsraîlê li derên cuda yên Şerîda Xezeyê ji behrê û erdê ve bi bikaranîna bafirokan bi şervanên ketine nav erda Îsraîlê re şer dikin.
Richard Hecht ku serhengekê artêşê ye, di civîna çapemeniyê de li ser înternetê, got: ‘’Em niha şer dikin. Helbet yên ji dest çûne, hene.’’
Serokwezîrê Îsraîlê got: ‘’Em di şer de ne û em ê bi ser bikevin.’’
Îsraîlê, piştî êrîşên bi roketan ji hewayê ve êrîş bir ser gelek hedefan. Artêşa Îsraîlê da zanîn ku dest bi ‘Operasyona şûrê hesinî’’ kiriye.
Serokê Hemasa Filistînî Îsmaîl Haniye ku şîroveya êrîşên Îsraîlê kir, got: ‘’Ji bo parastina Mescid-î Aksa, cihên pîroz û parastina Filistîniyên dîl, kampanyayekê bi qehremanî tê birêvebirin.’’