CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Srî Lankayê Rewşa Awarte hate ragihandin
Li Srî Lankayê piştî xwepêşandanên şermezarkirinê yên gel, Rewşa Awarte hate ragihandin. Hate piştrastkirin, ku Serokdewlet Gotabaya Rajapaksa jî ji welêt reviya ye. -
Ji 25 hezar balafirên hatin betalkirin, Tirkiye yekemîn e
Di meha tebaxê zêdetirî 25 hezar firîna balafiran hatin betalkirin û rêya hewayî ya Tirkiyeyê di rêza yekemîn de ye. -
Li gorî BBC’yê artêşa Îngilistanê li Efganistanê sûcê şer kiriye
Li gorî lêkolîneke 4 salan a BBC’yê, artêşa Îngilistanê li Efganistanê sûcê şer kiriye. -
Serokkomarê Srî Lankayê li balafirgehê asê ma!
Serokkomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ku bi raperîna gel ji qesra xwe hate qewirandin, ji ber astengiyên rayedarên koçberiyê û nerazîbûna rêwiyan hîn nekariye ji balafirgehê bireve welatekî din. -
Li gorî DYE'yê wê Îran bi sedan droneyî bide Rûsyayê
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sûllîvan, Îran wê bi sedan droneyan bide Rûsyayê ku armancên xwe yên li Ûkraynayê 'nekarî bi berfirehî bi cih bîne'. -
Nerazîbûna gel berê Serokomarê Srî Lankayê da istîfayê
Serokomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa bi rêya Serokê Parlamentoya Srî Lankayê Mahînda Yapa Abeywardena ragihand ku dê di 13’ê Tîrmehê de îstîfa bike. -
15'ê Mijdarê wê nifûsa cîhanê bibe 8 milyar kes
Departmana Karên Civakî û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî (DESA) ragihand ku li gorî texmînên wan di 15'ê Mijdarê de nifûsa cîhanê wê bibe 8 milyar mirov. -
Ji neh berendamên erka Johnson yek jê Kurd e
Serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson ê bi skandalan kete rojevê û bi dehan kesan ji hikumetê îstîfa kirin, ji wezîfeya xwe îstifa kir. Ji neh bernamzedên ku têkevin şûna Johnson yek jê Kurd e. -
Li Arjantînê li dijî krîza aboriyê meş
Li Arjantînê li hemberî polîtîkayên hikûmetê û krîza aboriyê meşek girseyî hate lidarxistin. -
Li Efrîkaya Başûr di êrîşên çekdarî de 18 kes mirin
Li bajarê Soweto ku nêzî paytexta Efrîkaya Başûr Johannesbûrgê ye, li barekê êrîşeke çekdarî hate kirin. Di encamê de 14 kes mirin. Li rojhilatê welêt jî di êrîşekê de 4 kes hatin kuştin. -
Çima Serokkomarê Srî Lankayê ji qesra xwe reviya?
Serokkomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ji qesra xwe ya ku ji aliyê sed hezaran ve hatibû dorpêçkirin, reviya. Serokwezîr îstifa kir. Serokkomar jî wê îstifa bike. -
Xwepêşander li Srî Lankayê ketin qesra Serokê Dewletê
Li Srî Lankayê ya ku krîza aborî lê heye, bi hezaran kesan girt bi ser qesra Serokê Dewletê Gotabaya Rajapaksa de. -
Endamên Kongreya DYE’yê ji Joe Biden re gotin: Balafirên F-16 nefiroşe Tirkiyeyê!
35 endamên Kongreya DYE’yê ji Biden re name nivîsî, gotin: F-16’an nefiroşe Tirkiyeyê! -
KOMAW’ê bi peyamekê Cejna Qurbanê pîroz kir
KOMAW'ê di serî de ya malbatên şehîdan cejna gelên bindest û hemû kesên têkoşîna demokrasî û azadiyê didin û bi giştî cejna alema Îslamê pîroz kir. -
Li Hindistanê lehî: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan 50 kes winda ne
Li Hindistanê ji ber lehiyê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî winda bûn. -
Elmanya wê dîsa santralên termîk bide xebitandin
Ji ber ku kirîna gaza Rûsyayê kêm bû parlementoya Elmanyayê ji bo hilberîna elektrîkê zêde bike, qanûna rewşa lezgîn a ku dixwaze santralên termîk dîsa were xebitandin, qebûl kir. -
Serokwezîrê berê yê Japonyayê mir
Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shînzo Abe, piştî êrîşa çekdarî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
Êrîşî serokwezîrê berê yê Japonyayê kirin: Rewşa wî krîtîk e
Di dema mîtîngekê de bi çekê li serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe dan. Rayedaran diyar kirin Abe ‘li ber sikratê ye’. -
Bi çekê êrîşî serokwezîrê berê yê Japonyayê hate kirin
Li bajarê Narayê bi çekê êrîşî Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe hate kirin. -
Sendîkayên Fransayê dest bi grevê dikin
Li Fransayê, Konfederasyona Kedê ya Giştî (CGT) û yekîtiya sendîkayî Solidaire, bi daxwaza zêdekirina destheqê xebatkaran wê 29’ê Îlona 2022’yan dest bi grevê bikin. -
Borîs Johnson neçar ma ku ji serokatiya partiyê îstîfa bike
Serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson piştî îstîfayên li pey hev ên ji hikûmetê, ji serokatiya partiya muhafezekar îstîfa kir. -
Ji ber enflasyonê di nava sê mehan de qet nebe 70 milyon kes xizan bûn
Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNPD) da xuyakirin ku ji ber zêdebûna buhayê xurek û dan û enerjiyê, ji meha Adarê heta bi niha qet nebe 71 milyon kes xizan bûne. -
Li Arjantînê ji bo sûcdarên di dema dîktatoriyê de cezayê muebetê hat dayîn
Dadgeriya Arjantînê ji bo 10 leşker û polîs ên ku di dema dîktatoriyê de sûc kirine, cezayê muebetê da. -
Pêşeroja siyasî ya Boris Johnson di xeteriyê de ye
Piştî berdana dev ji kar a rayedarên hikûmetê ku wezîr jî di nav de bûn, banga îstîfakirinê li Serokwezîrê Îngilizistanê Boris Johnson hat kirin. Lê Johnson got ku ew ê li peywîra xwe bidomîne. -
Boko Haram êrîşê girtîgeha li Nîjeryayê kir: 300 girtî reviyan
Wezareta Karên Hundir a Nîjeryayê ragihand ku piştî êrîşa bi çekan a li ser girtîgehek nêzî paytext Abûjayê, nêzî 300 girtî reviyan.