Ji 25 hezar balafirên hatin betalkirin, Tirkiye yekemîn e
Di meha tebaxê zêdetirî 25 hezar firîna balafiran hatin betalkirin û rêya hewayî ya Tirkiyeyê di rêza yekemîn de ye.
Di meha tebaxê zêdetirî 25 hezar firîna balafiran hatin betalkirin û rêya hewayî ya Tirkiyeyê di rêza yekemîn de ye.
Ji ber kêmahiya xebatkar û grevan, şirketên rê û qadên hewayî, gelek seferên firînê yên meha Tebaxê betal kirin. Li gor nûçeya Air Journal a li ser daneyên Cirium’ê, nêzîkê ji sedî 60 li Ewropayê, şirketên rêyên hewayî, meha tebaxê 25 hezar û 378 seferên firînê ji bernameyên xwe derxistine.
Li gorî hesaban, meha tebaxê dihat payîn ku li seranserê dinyayê, zêdeyê 3 milyonan sefer pêk bên. Lê ku bi vî awayî be nabin. Ewropayê, 15 hezar û 788 seferên xwe yên bi balafiran betal kirin.
Li gor Ciriumê, li Ewropayê, şirketa herî pir seferên xwe betal kirine bi 4 hezar û 408 firînan Şirketa Rêyên Hewayî ya Tirk e.
British Airways di pey şirketa rêyên hewayî yên Tirk re tê, easay jet, 1888 firîn, Lufthansa û Wizz Airê 1256 firîn betal kirine.
Şirketa rêyên hewayî Azul a Brezîlyayê 2033 firîn, Şirketa Korean Air a Başûrê Koreyê 2033 û Indigo ya Hindistanê, 2030 firînên xwe betal kirine.