Sendîkayên Fransayê dest bi grevê dikin
Li Fransayê, Konfederasyona Kedê ya Giştî (CGT) û yekîtiya sendîkayî Solidaire, bi daxwaza zêdekirina destheqê xebatkaran wê 29’ê Îlona 2022’yan dest bi grevê bikin.
Li Fransayê, Konfederasyona Kedê ya Giştî (CGT) û yekîtiya sendîkayî Solidaire, bi daxwaza zêdekirina destheqê xebatkaran wê 29’ê Îlona 2022’yan dest bi grevê bikin.
Dihat payîn ku hikûmeta Fransayê, li ser hêz dayîn û standinê ya welatiyên xwe pêşnûmayekê pêşkêş bike, lê du sendîkayan beriya niha biryara grevê dabûn.
Sendîkayên CGT û Solidaierê îşaret bi wê yekê kir ku greva ew ê bi daxwaza zêdekirina destheqê karker û kedkaran dest pê bikin ‘’perçeyek ji çalakiyên wan ên demdirêj e’’.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşniyarên hikûmetê yên ji bo hêza dayîn û standinê ya welatiyan, tidarekine di bin asta xizaniyê ya gel de ne û bertek nîşanê dewamkirina li reforma teqawidiyê ya divê mirov zêdetir bixebite, hat dayîn.
Sendîkayên diyar kirin ku hikûmet di berdewamkirina polîtîkaya li dijî mafên karkeran de israr dike, di 29’ê Îlonê de banga greva giştî kirin.