CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Bahamayê keştiya koçberan noqav bû: 17 kes mirin
Li Bahamayê keştiyeke koçberan noqav bû. Di encamê de 17 kes jiyana xwe ji dest da û 25 kes hatin rizgarkirin. -
Di nava çend saetan de bi hezaran koçber gihiştin Îtalyayê
Hate ragihandin ku zêdeyî hezar koçber di nava çend saetan de gihîştine peravên Îtalyayê. -
Iraq: Divê Neteweyên Yekbûyî li ser êrîşên Tirkiyeyê bicive
Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê û serweriya Iraqê, Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf giliyê Tirkiyeyê li Konseya Ewlehiyê kir. -
Wê îro Parlamentoya Iraqê li ser komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê kom bibe
Wê îro Parlamentoya Iraqê li ser komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê kiribû, civîneke taybet li dar bixe. -
Elî Mehdî: Divê hikûmeta Iraqê li hember van kiryarên hovane tedbîrên pêwîst bigire
Rayedarê Partiya Komunîst (Şûî) a Iraqê Elî Mehdî diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê wekî her car sûcê li dijî sivîlan înkar dike û got “Divê Hikûmeta Iraqê li hemberî van kiryarên hovane tedbîrên pêwîst bistîne.” -
Riyadê ji bo têkiliyên xwe bi Îranê re baş bike gaveke din avêt
Wezîrê Karûbarê Derwe yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan ragihand ku Erebistana Siûdî wan agahdar kiriye ku niyeta wê eve ku dixwaze diyaloga du alî ya bi Îranê re weguhazîne “asta siyasî.” -
Bexda nîqaş dike ku piştî qetlîamê gavên çawa biavêje
Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazmî bi partiyên siyasî û komên parlementoyê re rûnişt û diyar kir ji bo parastina ewlekarî û serweriyê divê gavên pêwist werin avêtin. -
Iraqê serî li Konseya Ewlekariyê da, Neteweyên Yekbûyî jî daxwaza lêkolînê kir
Bertekên li hemberî qetlîama dewleta Tirk a li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Neteweyên Yekbûyî banga “lêpirsînek berfireh” kir. -
Li Brezîlyayê di operasyona polîsan de herî kêm 18 kes mirin
Li taxeke bajarê Rîo de Janerîo yê Brezîlyayê, di encama operasyona polîsan de herî kêm 18 hatin kuştin. -
Çeteyên DAÎŞ’ê li Diyalayê êrîş kirin: Ji heman malbatê 5 kes hatin qetilkirin
Çeteyên DAÎŞ’ê li Diyalayê ji heman malbatê 5 kes qetil kirin. -
Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
Hat ragihandin ku di êrîşa hewayî de ya ku Îsraîlê li nêzî paytexta Sûriyeyê Şamê pêk anî 3 leşker mirin û 7 leşker jî birîndar bûn. -
Elmanyayê eşkere nekir ku çima serdozger bi Erdogan re hevdîtin kiriye
Hikûmeta Elmanyayê sedemê serdana du rojî ya Serdozgerê Federal Peter Frank ya Tirkiyê û hevdîtina wî ya bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re eşkere nekir. -
Li Panamayê protestoyên mezin hene
Li Panamayê protesto û têkoşîna li hemberî krîza malî didome. Xwepêşander diyar dikin ku tevdîrên hikumetê têr nake. -
Nasnamayên 9 kesên ku di Komkujiya Zaxoyê de jiyana xwe ji dest dabûn hate eşkerekirin
Nasnameya 9 kesên ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Zaxoyê jiyana xwe ji dest dabûn hate eşkerekirin. -
Hikûmeta Elmanyayê têkîldarî komkujiya Zaxoyê daxuyanî da
Hikûmeta Elmanyayê têkildarî qetlîama ku dewleta Tirk a li Zaxoyê kiribû daxuyaniyek da û banga eşkerekirina berpirsan kir. -
Qetlîama li Zaxoyê bi boykot, çalakî û civînên awarte tê şermezarkirin
Qetlîama ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê kiribû li Iraqê tê şermezarkirin. -
Sefîrê Tirkiye dersînor bikin, bazirganiyê kêm bikin
Hinek parlemeterên Iraqî daxwaz kirin ku Sefîrê Tirk dersînor bikin û bazirganiya bi Enqerê re kêm bikin. -
Misir û Îranê komkujiya Tirkiye ya Zaxo şermezar kir
Wezareta Karê Derve ya Misrê û Komara Îslamî ya Îranê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo şermezar kir, diyar kir ku divê rêz li hiqûqa navneteweyî û parastina sivîlan bigire. -
Li Sûdanê di pevçûna 'eşîrî' de 105 kes mirin
Li gorî bîlançoya nû hefteya borî li başûrê Sûdanê di şerê eşîran de 105 kesan jiyana xwe ji dest dan û 291 kes jî birîndar bûn. -
Lîga Dewletên Ereban êrîşa Tirkiye şermezar kir
Sekreterê Giştî ya Lîga Dewletên Ereban Ehmed Ebû El-Xeyt komkujiya li Zaxo ya ji aliyê dewleta Tırk ve hate kirin ku jin û zarok jî nav de 9 kes hatin qetilkirin, şermezar kir. -
Serokwezîrê Îtalyayê Draghi îstifa kir
Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi îstifaya xwe ragihand. -
Cenazeyê 9 kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin, wê bibin Bexdayê
Cenazeyê 9 kesên ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê ew qetil kiribûn, dibin Bexdayê. -
Parêzerê Iraqî giliyê Erdogan kir
Parêzerê Iraqî Hadî El Salamî ji ber êrîşa li Perexê ya Zaxo ku jin û zarok jî di nav de hatin qetilkirin, giliyê Erdogan kir. -
Li Iraqê şîn hat îlankirin, bertekên li dijî dewleta Tirk dewam dikin
Piştî ku dewleta Tirk li herêma Zaxo ya Başûrê Kurdistanê li dijî turîstên Ereb komkujî pêk anî, li seranserê Iraqê ji bo rojekê şîn hate îlankirin. Bi dehan parlementeran ji bo civîneke awarte bang li parlementoyê kirin. -
Li Meksîkayê di goreke komî de cenazeyê 25 kesan hat dîtin
Li eyaleta Jalîsco a Meksîkayê di goreke komî de cenazeyên 25 kesan hate dîtin.