Ji neh berendamên erka Johnson yek jê Kurd e

Serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson ê bi skandalan kete rojevê û bi dehan kesan ji hikumetê îstîfa kirin, ji wezîfeya xwe îstifa kir. Ji neh bernamzedên ku têkevin şûna Johnson yek jê Kurd e.

Piştî Boris Johnson ê bi sosretî û îstifayan lewaz ket û ji wê boneyê ji serokatiya Partiya Mihafizekaran îstîfa kir rê li ber hatina ser hikum a kesê/a wê were şûna wî vebû. 

Ji nav neh kesan a herî pir behsa wê ji bo şûna Johnson dibe Wezîra Karên Darayî Rishi Sunak e. Sunak bi eslê xwe Hind e. Dema wezîrê karên darayî bû pir bi nav û deng bû. Lê ji ber maldarî û sererastkirinên bacê yên hevserê xwe pir bawerî pê nema. 

Wezîrên berê Jeremy Hunt û Sajid Javid jî namzediya xwe ragihand. 

Jeremy Hunt ê Wezîrê Karên Derve û Tenduristiyê yê berê xwe wek alternatîfekî bi cidî nîşan bide jî pir jê nayê hezkirin. 

Hemû namzed ferqê dixin navbera xwe û Wezîra Karên Darayî ya berê Rishi Sunakê. 

Nedîm Zahawî yê ji Başûrê Kurdistanê jî namzed e. Nedîm, sala 1967’an li Bexdayê ji malbateke Kurd çêbûye. Di 9 saliya xwe de bar dike Qraltiya Yekbûyî. Sala 2000’î şirketa lêkolînê ya piyasayê Yougovê ava dike. Deh sal bi şûn de ji bo ketina nav siyasetê îstîfa kir û bû parlamenter. Bi kampanyaya derziya anti-covid a jê re serpereştî kir, meha Îlonê ya 2021’î bû Wezîrê Perwerdeyê. Piştî îstifakirina dawîn bû Wezîrê Karên Darayî.  

Bi nûçeyên li ser lêpirsîna bacê ya di der heqê wî de peşk lê ket. Lê Zahawî destnîşan kir ku hemû berjewendiyên wî yên darayî li gor rê û rêbazê ne. 

Tê payîn ku Partiya Muhafezejar beriya serdema çêkirina zagonan, dê dengdan bê dayîn. Di hilbijartinên navxweyî yên sala 2019’an de 160 hezar kesan deng dabû. Heta ku yekî/e din bê hilbijartin, wê Johnson li ser karê xwe be.