Li Arjantînê li dijî krîza aboriyê meş
Li Arjantînê li hemberî polîtîkayên hikûmetê û krîza aboriyê meşek girseyî hate lidarxistin.
Li Arjantînê li hemberî polîtîkayên hikûmetê û krîza aboriyê meşek girseyî hate lidarxistin.
Li paytext Buenos Aîresê xwepêşandanên li hemberî polîtîkayên hikûmetê û krîza aboriyê berdewam dike. Xelkê bajêr di çarçoveya pîrozbahiya roja serxwebûnê de li qada mezin hatin ba hev û meşeke protestoyî li dar xistin. Di meşê banga greva giştî hate kirin.
Meş heta qesra serokatiyê berdewam kir. Li vir çalakvanan li qûşxaneyan xist û sirûda neteweyî xwendin.
Pişt re jî xwepêşander ber bi qesra seroktiyê ve meşiyan û li ber qesrê li tencereyan xistin û sirûda netewî xwendin.
Welatê ku bi dehsalan bi pêlên qeyrana aborî re rû bi rû maye, di destpêka vê salê de bi Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re peymanek nû sazkirina û deynê 44 mîlyar dolarî îmze kir, da ku şûna bernameya aborî ya têkçûyî ya sala 2018’an bigire. Gelek kesên li welêt IMF'ê bi polîtîkayên dijwar ên aborî berpirsyar dibînin.
Xwepêşanderên ku roja şemiyê paytext tijî kiribûn dovîzên "Ji IMF’ê veqete" hildabûn. Çalakger bang li hikûmetê dikin ku deynan nede.
Parlamenterê Sosyalîst Juan Carlos Giorgano ku beşdarî meşê bû, diyar kir ku li welatê wî krîzek mezin heye û got: "Arjantîn di bin bendên nîvmêtîngeriya IMF’ê de ye. Îro em ji bo serxwebûna duyemîn a Arjantînê li vir in. Divê Arjantîn têkiliyên xwe yên bi IMF’ê re bibire.”
Hikûmeta Fernandez meha borî du endam winda kir. Ji nişka ve îstifakirina Wezîrê Aboriyê Martîn Guzman ku hefteya borî bi IMF re muzakereyan dikir, hikûmeta Fernandez xistiye nava aloziyê. Li şûna Guzman, aborînas Sîlvîna Batakis hat tayînkirin.
Li gorî Guzman, Batakis ku tê gotin ku bêtir nêzîkî baskê çep e, roja Înê bi IMF’ê re hevdîtin kir û tevî fikarên li ser guhertina siyaseta populîst a li welêt, soza aramiya aborî da.
Parlamenterê Partiya Karker Marcelo Ramal jî got: "Îstifa Wezîrê Aboriyê nîşan da ku hilweşîneke aborî û darayî heye ku bandorê li jiyana karkerên li welêt û tevahiya gel kir."
Tê diyarkirin ku bi milyonan Arjantînî bi saya alîkariya dewletê dijîn. Li gorî hejmarên fermî, zêdebûna biha û kêmbûna mûçeyan nîşan dide ku xizaniya ku ji sedî 37’ê nifûsa welêt bandor dike, dê xirabtir bibe.