Li Efrîkaya Başûr di êrîşên çekdarî de 18 kes mirin

Li bajarê Soweto ku nêzî paytexta Efrîkaya Başûr Johannesbûrgê ye, li barekê êrîşeke çekdarî hate kirin. Di encamê de 14 kes mirin. Li rojhilatê welêt jî di êrîşekê de 4 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya polîsên Efrîkaya Başûr, li Sowetoyê şeva Şemiyê li barekê êrîşeke çekdarî hate kirin.

Hate ragihandin ku saet di 00:30'î de agahî ji polîsan re hate dayin û polîsên ku çûn cihê bûyerê 14 cenaze dîtin.

Li ser êrîşkaran agahî nehate dayin. Polîsê Orlando ku taxeke Soweto ye, ragihand ku kesên çekdar ketin hundirê barekê û li mirovên li barê reşandin. Têkildarî êrîşê lêpirsîn hate destpêkirin, lê hîn kesek nehatiye destgîrkirin.

Êvara Şemiyê li rojhilatê welêt li Pîetermarîtzbûrgê jî li barekê êrîşeke çekdarî hate kirin.

Li gorî dema herêmî saet di 20:30'î de êrîş hate kirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin, 8 kes jî birîndar bûn.