Li Srî Lankayê Rewşa Awarte hate ragihandin

Li Srî Lankayê piştî xwepêşandanên şermezarkirinê yên gel, Rewşa Awarte hate ragihandin. Hate piştrastkirin, ku Serokdewlet Gotabaya Rajapaksa jî ji welêt reviya ye.

Li Srî Lankayê ku çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî krîza aboriyê belav bûye, hate piştrastkirin ku Serokdewlet Gotabaya Rajapaksa ji welêt reviya ye.

Serokwezîrê Srî Lankayê Ranîl Wîckremesînghe diyar kir ku weke wekîlê serok ew Rewşa Awarte radigihîne. Sekreterê medyayê yê Wîckremesînghe Dînoûk Colombage ji Reutersê re axivî û got, "Serokwezîr weke wekîlê serok rewşa awarte (li tevahiya welêt) ragihandiye û li eyaleta rojava jî derketina derve qedexe kiriye."

Li gorî nûçeya AFP'ê, çend saet piştî reva Rajapaksa ya ji welêt, li Srî Lankayê Rewşa Awarte hatiye ragihandin. Berdevk Colombage ji AFP'ê re jî got, "Ji ber ku serokkomar li derveyî welat e, ji bo bi rewşa li welêt re eleqedarî bê kirin, rewşa lezgîn hatiye ragihandin."

Nayê zanîn bê Gotabaya Rajapaksa bi kku ve çûye.

Li gorî agahiyên BBC'ê, birayê Rajapaksa û wezîrê maliyeyê yê berê Basîl Rajapaksa jî welat terikandiye û reviya ye Emerîkayê ye.

Xelkê ku li Qesra Serokkomariyê li hev civiya, reva Serokdewlet Rajapaksa yê 73 salî ya bi hevsera xwe re ji bo Maldîvan, bi coş hate pîrozkirin.

Di xwepêşandanên şermezarkirinê de heta niha li Srî Lankayê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 250 kes jî birîndar bûn.