KOMAW’ê bi peyamekê Cejna Qurbanê pîroz kir

KOMAW'ê di serî de ya malbatên şehîdan cejna gelên bindest û hemû kesên têkoşîna demokrasî û azadiyê didin û bi giştî cejna alema Îslamê pîroz kir.

Saziya Malbatên Şehîdan û Wendabûyan (KOMAW) bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand. Di peyamê de hat gotin ku li gorî hiqûqa Îslamê her cûre hevkariya bi zaliman re heram tê dîtin û hat ragihandin ku ew di vê baweriyê de ne, gelê Kurd wê cejnê Kurdistaneke azad û demokratîk pîroz bike.

Daxuyanî wiha ye:

“Îro Cejna Qurbanê ya ku wek cejna herî pîroz a alema Îslamê tê dîtin, wê bê pîrozkirin. Em cejna malbatên şehîdan, alema Îslamê, gelên bindest û hemû kesên têkoşîna demokrasî û azadiyê didin, bi hêviyên xwe yên ji dil pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sedema aştî, demokrasî û aramiyê ji bo erdnîgariya Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn.

Weke hemû gelan, Kurd jî dixwazin vê cejna pîroz di nava aştî, aramî û jîngeheke demokratîk de li hezkirî, xizm û cîranên xwe pîroz bikin. Çawa ku ev mafê xwezayî yê her kesî ye, bê guman mafê herî xwezayî yê Kurdan e jî. Lê belê dewleta Tirk a faşîst di vê cejna pîroz de jî êrîşên xwe didomîne û komkujiyan dike. Dewleta Tirk di rojên cejnê de jî polîtîkayên komkujî, zext û tinekirinê yên li ser gelê Kurd kêm nake. Em Kurd bi van polîtîkayên hovane yên Komara Tirk dizanin. Ya xirab ew e ku dewletên ku ji xwe re dibêjin Misilman û hikmên Îslamê qebûl dikin û komkujî û zilmê guneh dibînin, bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, heta destûrên xwe yên bingehîn binpê dikin û li hemberî vê bêhiqûqiyê dengê xwe jî dernaxin; ev yek me dide fikrandin û xemgîn dike. Di şerîeta Îslamê de her cûre hevkarî, çi siyasî çi aborî ya bi zaliman re heram e. Em ji hemû dewletên îslamî hêvî dikin ku herî kêm di rojên wiha pîroz de li dijî van polîtîkayên qetlîam û îmhayê yên Komara Tirkiyeyê derkevin.

Weke gelê Kurd em dixwazin cejnên xwe bi azadî, di nava aramî û aştiyê de li welatê xwe pîroz bikin. Bê guman, em di vê mijarê de bi hêvî ne.

Em Cejna Qurbanê li hemû gelê xwe, alema Îslamê û malbatên şehîdên xwe pîroz dikin û hêvîdar û bawer in ku em ê di pêşerojê de van cejnan li Kurdistaneke azad û demokratîk pîroz bikin.”