Serokwezîrê berê yê Japonyayê mir
Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shînzo Abe, piştî êrîşa çekdarî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shînzo Abe, piştî êrîşa çekdarî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Abe ji bo hilbijatrinên senatoyê ku wê roja Yekşemê bêne kirin, dema ku li mîtîngekê diaxivî êrîşeke çekdarî lê hate kirin.
Êrîş li bajarê Nara li gorî dema herêmê saet di 11:30'î de hate kirin û Shînzo Abe yê 67 salî bi birîneke giran rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî daxuyaniyên destpêkê yên rayedaran, rewşa Abe gelekî krîtîk bû. Piştî demekê jî Serokwezîrê berê jiyana xwe ji dest da.
Kesekî ku tê gotin, tetîkkêj e hate destgîrkirin. Li mala gumanbar lêgerîn hatin kirin.
Shînzo Abe Serokwezîrê Japonyayê bû ku herî zêde li ser desthilatdariyê ma. Di sala 2006'an de bû Serokwezîr û piştre di salên 2012 û 2020'î de jî jinûve bû serokwezîr. Ji ber tenduristiya xwe neçar mabû îstifa bike.