Bi çekê êrîşî serokwezîrê berê yê Japonyayê hate kirin

Li bajarê Narayê bi çekê êrîşî Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe hate kirin.

Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe ji bo hilbijartineke parlementoyê li bajarê Narayê kampanyayek bi rê ve dibir. Di dema kampanyayê de bi çêkê êrîşî wî hate kirin. Li gorî agahiyan rewşa wî krîtîk e.

Abe di sala 2020’an de îstîfa kiribû û diyar kiribû ew gelekî xemgîn e ku hedefên wî di nîvî de mane.

Li Japonyayê êrîşên çekdarî gelekî kêm pêk tê û Japonya yek ji welatan e ku qanûnên wê yên kontrolkirina çekan gelekî giran e.