Êrîşî serokwezîrê berê yê Japonyayê kirin: Rewşa wî krîtîk e
Di dema mîtîngekê de bi çekê li serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe dan. Rayedaran diyar kirin Abe ‘li ber sikratê ye’.
Di dema mîtîngekê de bi çekê li serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe dan. Rayedaran diyar kirin Abe ‘li ber sikratê ye’.
Li Narayê êrîşî Shinzo Abe hate kirin. Hate diyarkirin êrîşkar du yan jî sê fîşek bera Abe daye.
Serokwezîrê Fûmîo Kîshîda diyar kir rewşa Abe giran e.
Li gorî medyaya Japonyayê kujerê bi navê Tetsûya Yamagamî (40) bi tivingeke nêçîrê ji pişt ve li Abe daye. Hate diyarkirin parêzvanên Abe êrîşkar girtine.
Beriya hilbijartina senatoyê ya qismî ev êrîş hate kirin.
Li Japonyayê di dema nîqaşên kolan û fermî de şîddet gelekî kêm e. Qanûnên ji bo bikaranîna çekan jî gelekî giran e.
Tê diyarkirin ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve nêzî 10 êrîş li dijî siyasetmedaran hatiye kirin û ji van êrîşan 3 êrîş bi çekê hatine kirin.