Borîs Johnson neçar ma ku ji serokatiya partiyê îstîfa bike
Serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson piştî îstîfayên li pey hev ên ji hikûmetê, ji serokatiya partiya muhafezekar îstîfa kir.
Serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson piştî îstîfayên li pey hev ên ji hikûmetê, ji serokatiya partiya muhafezekar îstîfa kir.
Di hikûmeta Johnson de ji roja Sêşemê ve 5 wezîr jî di nav de herî kêm 60 kesan îstîfa kirine. Ev îstîfa bi lezekê ku di dîroka siyasî ya Îngilîzistanê de mînakê wê nehatiye dîtin pêk hatin.
Di bin zextên zêde de, Borîs Johnson neçar ma ku ji serokatiya Partiya Muhafezekar îstîfa bike.
Tê payîn ku Partiya Muhafezekar heya payîzê kesê ku wê bê cîhê Johnson destnîşan bike. Johnson jî neçar e ku kursiya xwe radestî serokê nû bike.
Li gorî kanala ÎTV’yê, Borîs Johnson danê sibê berî ku dest ji kar berde, telefonî Qralîçe Elîzabeth a 2’emîn kir.
Di rojên dawî de ji bo Johnson îstîfa bike bang li hikûmetê û partiyê dihatin kirin.
Nerazîbûnên li hemberî skandalên pîrozbahiyên neqanûnî yên li Serokwezîrtiyê yên bi rexmê tedbîrên şewba koronayê, bi mehan bû ku zêde dibûn.