Serokkomarê Srî Lankayê li balafirgehê asê ma!
Serokkomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ku bi raperîna gel ji qesra xwe hate qewirandin, ji ber astengiyên rayedarên koçberiyê û nerazîbûna rêwiyan hîn nekariye ji balafirgehê bireve welatekî din.
Serokkomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ku bi raperîna gel ji qesra xwe hate qewirandin, ji ber astengiyên rayedarên koçberiyê û nerazîbûna rêwiyan hîn nekariye ji balafirgehê bireve welatekî din.
Rayedarên koçberiyê nehiştin ku Gotayaba Rajapaksa derbasî salona VIP bibe ji bo mohr li pasaporta wî bê xistin. Rajapaksa ji ber nerazîbûna gel naxwaze biçe termînala gel.
Rajapaksa ku ji bo pêvajoya derbasbûnê ya aştiayne roja Çarşemê soz da ku îstifa bike lê hînê îstifa nekiriye, ji mafê destnedanê yê serokkomariyê sûdê werdigire.
Bi saya vî mafî dikare bixwaze ku bireve welatekî biyanî. Serokkomar û hevsera wî şeva bihurî li baregeheke leşkerî ya li nêzî balafirgeha navneteweyî man û negihîştin ser çar balafirên diçûn Îmaratê.
Meha Nîsanê birayê wî Basil Rajapaksa ku neçar ma ji Wezareta Maliyeyê îstifa bike, ji ber heman pirsgirêkên ku karmendên koçberiyê danîbûn pêşiya wî nekarî li balafira diçû Dûbaî siwar bibe.
Serokkomar Gotabaya Rajapaksa ji ber ku hîn fermandarê hêzên çekdar e, dikare bi keştiyeke leşkerî bireve Hindistanê yan jî giravên Maldîvê.
Eger Rajapaksa ji Serokkomariyê îstifa bike, Serokwezîr Ranîl Wîckremesînghe wê bi rengekî yekser bibe wekîlê serokkomar heta hilbijartin pêk were. Wezîfeya serokkomarê heyî di Mijdara 2024'an de bi dawî dibe.
Lê belê Ranîl Wîckremesînghe jî di nava gel de cihê nerazîbûnê ye.
Li Srî Lankayê bi mehan e çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin. 9'ê Tîrmehê roja Şemiyê bi sed hezaran kes li paytext Colomboyê Qesra Serokkomariyê, buroyên Wezareta Maliyeyê û Serokkomariyê bi dest xistin.