Çima Serokkomarê Srî Lankayê ji qesra xwe reviya?

Serokkomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ji qesra xwe ya ku ji aliyê sed hezaran ve hatibû dorpêçkirin, reviya. Serokwezîr îstifa kir. Serokkomar jî wê îstifa bike.

Bi mehane li welat çalakiyên protestoyî hene. Roja Şemiyê 9’ê Tîrmehê li paytext Colombo bi sed hezaran kesî dest danîbûn ser qesra Serokkomariyê û buroyên Wezareta Darayî û Serokkomariyê.

Hin kes jî ketin mala taybet a Serokwezîr Ranil Wickremesinghe û mal şewitandin.

Di dîmenan de ku li ser tora medya dîjîtal hatin parvekirin, tê dîtin ku di dema bi ser sekreteriya seroktiyê de tê girtin, ew hewzê û di odeyên xwe de bi kêfxweşî radizên.

Hêzên ewlehiyê ji êvara Înê ve qedexeya derketina derve ragihandibû. Lê gel guh neda qedexeyan. Piştre qedexeya derketina derve hat rakirin.

Di mudaxeleya xwepêşandanan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 52 kes jî birîndar bûn.

Çend deqîqe beriya ku çalakger bigihêjin qesrê, Rajapaksa li gorî saeta herêmî saet 10:00’an ji qesra xwe reviya bû.

Rajapaksa ku di sala 2019’an de hat hilbijartin, birin "cihê ewle" û hat gotin ku "ji aliyê yekîneyeke leşkerî ve tê parastin".

Seroka Meclîsê Mahinda Abeywardana di daxuyaniyekê de ragihand ku Rajapaksa "ji bo veguherîna aştiyane di 13’ê Tîrmehê de wê îstifa bike."

Piştî civîna awarte ya bi serokên partiyan re, serokwezîr Ranil Wickremesinghe jî ji bo avakirina hukûmeta yekîtiya neteweyî îstifa kir. Li ser zextên gel serokwezîr îstîfa kir, Wickremesinghe di Gulanê de anîn ser hikûmetê.
 
Ger her du jî îstifa bikin, divê serokê parlamentoyê 30 rojan welat birêve bibe. Di wê demê de, parlementer divê serokek nû hilbijêrin, heya sala 2024’an dema ku heyama Rajapaksa bidawî dibe.

GEL BÛ SÊ MEH QESRÊ DORPÊÇ DIKE

Rajapaksa û derdora wî ji krîza ku li welat ji sala 2021’an û vir ve tê de, tê sûcdar kirin. Srî Lanka ji serxwebûnê vir ve krîza xwe ya herî xirab dijî.

Ev sê meh in gel li derdora buroyên serokkomariyê kon vedane. Di xwepêşandanên meha Gulanê de 9 kes miribûn û bi sedan kes jî birîndar bibûn.

BIRÇÎBÛN HEYE

Li welêt birçîbûnek giştî heye. Sotemenî têr nake, , rojane ceyran tê birîn, li gorî Banka Cîhanê di meha Hezîranê de bihayên serfkaran ji sedî 54,6 zêde bûne.

Pereyê neteweyî ji meha Adarê û vir ve ji sedî 50 nirxê xwe winda kiriye û welatê ku ji ber krîza Covid-19 ji tûrîzmê bêpar maye, ji Nîsanê û vir ve nikare deynê xwe yê derve yê 51 milyar dolar bide.

Bi şerê Ukraynayê re rewş hêj girantir û xirabtir bû. Rêzikek biryarên siyasî, mîna veguheztina bi zorê ya ji sedî 100 çandiniya biyo di Nîsana 2021’an de, bû sedema hilweşîna hilberînê, ku şeş meh şûnda hatin betal kirin.

Li hember van zehmetiyan, li gorî Bernameya Xwarinê ya Cîhanî %86 ji malbatan xwarin bi destê wan nakeve.

Ji bo ku bi hêsanî were gotin, li welatê ku ji hêla qebîleya Rajapaksa ve hat rêvebirin, pergal hilweşiya. Gelek sedemên krîza civakî, siyasî û aborî hene.

Rabirdûyeke siyasî ya nakokî, gendelî û têkiliyên bi Çînê re di nav van sedeman de ne.

Nakokiyên li dora qebîleya Rajapakse ne nû ye. Ji bo ku em wê baştir fêm bikin, divê em vegerin sala 2009’an. Şerê ku 37 salan li dijî gelê Tamîlî hate meşandin, wê salê bi pêk anîna komkujiyan bi ser ket. Mahinda Rajapaksa ji 2005 heta 2015’an serokkomar bû. Ew piştre ji 2019’an heta 2022’an serokwezîr bû. Ji ber vê yekê, têkoşîna Tamîlî di dema Rajapaksa de bi rengek xwînî hate şikandin.

Koma etnîkî ya Ceylon ku li welat piranî ew in, Rajapakse ji hêla Tamîlan ve tê nefret kirin û ev yek balê dikişîne.
Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, di hefteyên dawî yên şerê bi Tamîlan re derdora 40 hezar sivîl hatin kuştin. Tê texmîn kirin ku hejmara rastîn pir zêde ye.

Ji bilî rabirdûya siyasî ya birayên Rajapaksa yên ku di sûcên giran de ne, gendelî di nav hukûmetê de wekî pirsgirêkek bingehîn a din derdikeve pêş. Mahinda Rajapaksa ku ji sala 2019’an vir ve serokwezîr e, roja Duşemê 9’ê Tîrmehê ji ber protestoyan neçar ma îstîfa bike û bireve.

Birayê din Wezîrê Maliyeyê Basil Rajapakse, bi xespkirina pereyên giştî tê sûcdarkirin.

Polîtîka û gendeliya ku ji aliyê vê qebîleyê ve dihat meşandin bû sedem ku welat bi giştî hilweşe. Li gorî pisporan rejîmeke nîv-mafyayê ava bûye. Ji ber diyariyên bacê yên ku ji hevalên hikûmetê re hatin dayîn, di dahatên butçeyê de windahiyên mezin çêbûn, ev yek bû sedema avabûna "kapîtalîzma dost" di nava hikûmetê de.