Endamên Kongreya DYE’yê ji Joe Biden re gotin: Balafirên F-16 nefiroşe Tirkiyeyê!

35 endamên Kongreya DYE’yê ji Biden re name nivîsî, gotin: F-16’an nefiroşe Tirkiyeyê!

Serokê DYE’yê Joe Biden di civîna NATO’yê ya li Madrîda Îspanyayê ya 30’ê Hezîranê de peyama ku ew ê F-16’an bifiroşin Tirkiyeyê dabû. 35 endamên Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji Biden re name nivîsîn ku firotina Tirkiyeyê ya F-16’an betal bike. 

 Di nameya 8’ê Tîrmehê ji Biden re hat şandin de wiha hat gotin: “Em bi israr dixwazin ku firotina Tirkiyeyê ya F-16’an betal bibe. Çimkî firotina F-16’an, xelatkirina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan e ku hêj teahudên tifaqa Tirkiyeyê bi DYE û NATO’yê re binpê dike.”

 Di dewama nameyê de wiha jî hat gotin: “Heye ku bi van çekan li herêmê mirin û xerakirin zêdetir bibe. Divê zêde piştgiriya artêşa Tirkiyeyê neyê kirin.”

 LÎSTA ENDAMÊN KU NAME ÎMZE KIRINE

Endamên kongreyê yên name şandine ji Biden û Wezîrê Karên Derve Antony Blinken û Wezîrê Parastinê Lloyd Austin re nivîsîne ev in:

 "Frank Pallone JR, Gus M Bilirakis, Caroline B. Malloney, Chris Pappas, Dina Tittus, John Sarbanes, James P. McGovern, Nicole Malliotakis, Albio Sires, Raul M. Grijalva, Jan Schakowsky, Karen Bass, Jackie Speier, David G. Valadao, Raja Krishnamoorthi, Brad Sherman, Adam B. Schiff, Anna G. Eshoo, Mike Doyle, Christopher H. Smith, Ted W. Lieu, Peter Welch, Susie Lee, Brian Fitzpatrick, Grace Meng, Josh Gotteheimer, Louie Gohmert, Judy Chu, Chuck Fleischmann, Jim Costa, Donald Payne Jr., Linda T. Sanchez, Grace F. Napolitano, David N. Cicilline, Tony Cardenas."