Xwepêşander li Srî Lankayê ketin qesra Serokê Dewletê

Li Srî Lankayê ya ku krîza aborî lê heye, bi hezaran kesan girt bi ser qesra Serokê Dewletê Gotabaya Rajapaksa de.

Xwepêşandêrên ji çar aliyên welêt, bi mehan e birêvebirina ne baş a krîza aboriyê protesto dikin, vêca bi daxwaza îstifa kirina Rajapaksa meşiyan ber bi Kolomboyê ve.

Xwepêşandêrên çûn cihê avahiyên hikûmetê lê ne, diruşmên wek ‘’Here mala xwe!’’ berz kirin û ji barîkatên polîsan derbas kirin û xwe gihandin qesra Serok Rajapaksa.

Polîsan, ji bo pêşiya ketinê bigirin, gule berdan hewayê, gazên rondikrêj reşandin, lê bi qismek ji qerebalixê kete hundir.

Rayedarekî leşkerî yê li ser mijarê agahî da got: ‘’Serok li cihekî ewle ye.’’ Û hat diyarkirin ku serokê dewletê hêj jî ji aliyê yekîneyeke leşkerî ve tê parastin.

Di weşana zindî ya Facebook’ê ya di hundirê avahiyê de tê dîtin ku bi sedan kesên xwepêşander, ketine eywan û odeyên qesrê, bi sedan jê jî li ber qesrê diçin û tên. 

Berdevkî nexweşxaneyê yê ji servîsa Sînhala ya BBC’yê re axivî, got ku hem ji hêzên ewlehiyê hem jî ji xelkê serîhildêr bi giştî 33 kes birîndar bûne û li Nexweşxaneya Neteweyî ya Srî Lankayê ya li Kolomboyê tên dermankirin.

Ji ber geşepêdanên qewimîn, serokwezîr Ranil Wickremesinghe, ji bo guftûgokirina krîzê, bi lezgînî gazî li serokên partiyên siyasî yên li Srî Lankayê kir û ji Serokê Meclîsê xwest ku parlamentoyê li hev bicivîne.

Xelkê serîhildêr, Serokê Dewletê ji krîza heyî berpirs dibîne.

Hikûmet ketiye hewila peydakirina sotemeniyê bi kredî lê heta niha negihîştiye mexseda xwe.