15'ê Mijdarê wê nifûsa cîhanê bibe 8 milyar kes

Departmana Karên Civakî û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî (DESA) ragihand ku li gorî texmînên wan di 15'ê Mijdarê de nifûsa cîhanê wê bibe 8 milyar mirov.

Li gorî pêşbîniyên DESA'yê, nifûsa cîhanê di 15'ê Mijdarê de bibe 8 milyar mirov.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres got, "Em li bendê ne ku nifûsa cîhanê bibe 8 milyar mirov. Di vê demê de girîng e em li berpirsyariyên xwe yên hevpar bifikirin û bibînin ku ji aliyê hesasiyeta li cîhanê ve hîn jî kêmasiyên me hene."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî her wiha got, "Ji bo pîrozkirina cihêrengiyê, ji bo naskirina mirovahiya me hevpar û ji bo dîtina pêşketina li qada tenduristiyê ku temenê jiyanê dirêj dike, rêjeya mirinê ya dayik û zarokan kêm dike, firsendeke."

DESA'yê ragihand ku nifûsa cîhanê ji sala 1950'î û vir ve di rewşa heyî lawaz de ye û texmîna wê dike ku nifûsa cîhanê sala 2030'î bibe 8.5 milyar, sala 2050'î bibe 9.7 milyar û sala 2080'î jî bibe 10.4 milyar mirov. Tê texmînkirin ku heta sala 2100'î bibe 10.4 milyar mirov.

Li çend welatên ku di kategoriya 'pêşketî' de têne pênasekirin, rêjeya jidayikbûnê kêm bûye. Li gorî departmana Neteweyên Yekbûyî zêdebûna nifûsê di deh salên pêşiya me de zêdetirî nivê heşt welatan pêk were.

Ev welat, Komara Demokratîk a Kongo, Misir, Etiyopya, Hindistan, Nîjerya, Pakistan, Fîlîpîn û Tanzanya ne.

Li gorî texmînên DESA’ê nifûsa Hindistanê wê di sala 2023’an de ji nifûsa Çinê jî derbas bibe û bibe welatê herî qelebalix ê cîhanê.

Nifûsa cîhanê di 31’ê Cotmeha 2011’an de gihiştibû 7 milyar kesî.