Boko Haram êrîşê girtîgeha li Nîjeryayê kir: 300 girtî reviyan
Wezareta Karên Hundir a Nîjeryayê ragihand ku piştî êrîşa bi çekan a li ser girtîgehek nêzî paytext Abûjayê, nêzî 300 girtî reviyan.
Wezareta Karên Hundir a Nîjeryayê ragihand ku piştî êrîşa bi çekan a li ser girtîgehek nêzî paytext Abûjayê, nêzî 300 girtî reviyan.
Wezaretê Karên Hundir a Nîjeryayê diyar kir ku êrîş ji aliyê Boko Haram ve roja Sêşemiyê hatiye kirin. Hat destnîşan kirin ku piştî êrîşa li ser girtîgeha Kûjeyê, nêzî 600 girtî ji hucreyên xwe reviyane lê nîv jê hatine girtin.
Li gorî malpera ActûCameroûn çeteyên Boko Haram ên girêdana wan bi DAIŞ’ê re heye, roja Sêşemiyê nêzê saet 22.00’ê êvarê êrîşê girtîgeha federal kiriye. Hat diyar kirin ku çeteyan destpêkê teqemenî teqandine û bi pişt re notirvanên girtîgehê dane ber guleyan.
Rayedarek ê ji malpera Peoples Gazette re axivî û got: “Êrîşkarên ku tê îdîa kirin Boko Heram in, girtîgeha di bin kontrola me de desteser kirin.”
Rayedarê ku navê wî ne hat diyarkirin, ev tişt got: “Girtîgeh hilweşandin. Em nizanin wê bi pişt re çi bikin.”
Çavkaniyek a ewlehiyê jî bi malpera The Gazetteyê re axivî û got: “Hemû terorîst, dizên çekdar in, mirovan direvînin”
Hat zanîn ku leşker û endamên ewlehiyê yên li derdora girtîgehê, li dijî êrîşkarên ku bi hezar motosiklêtan hatin, reviyan.
Di sala 2009’an de tundûtûjiya girêdayî cîhadiyan dest pê kir û li gorî NY‘ê zêdetirî nêzî 40 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û du mîlyon kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.