CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê 9 kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin, wê bibin Bexdayê
Cenazeyê 9 kesên ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê ew qetil kiribûn, dibin Bexdayê. -
Parêzerê Iraqî giliyê Erdogan kir
Parêzerê Iraqî Hadî El Salamî ji ber êrîşa li Perexê ya Zaxo ku jin û zarok jî di nav de hatin qetilkirin, giliyê Erdogan kir. -
Li Iraqê şîn hat îlankirin, bertekên li dijî dewleta Tirk dewam dikin
Piştî ku dewleta Tirk li herêma Zaxo ya Başûrê Kurdistanê li dijî turîstên Ereb komkujî pêk anî, li seranserê Iraqê ji bo rojekê şîn hate îlankirin. Bi dehan parlementeran ji bo civîneke awarte bang li parlementoyê kirin. -
Li Meksîkayê di goreke komî de cenazeyê 25 kesan hat dîtin
Li eyaleta Jalîsco a Meksîkayê di goreke komî de cenazeyên 25 kesan hate dîtin. -
Hilbijartina serokwezîriyê ya li Îngîlizistanê wê di navbera Sûnak û Trûss de pêk were
Li Înglîzistanê duh jî ji bo hilbijartinê serokwezîriyê dengdan hate kirin. Wezîrê berê yê maliyeyê Rîshî Sûnak û Wezîra Karê Derve Lîz Trûss man ji fînalê re. -
Iraqê bang li dewleta Tirk kir ku ‘hemû hêzên xwe ji Iraqê vekişîne’
Desteya Ewlekariya Mîllî ya Iraqê ku piştî qetlîama dewleta Tirk li gundê Perex a Zaxo kirî û şûnde kom bû, piştî civînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe ji Iraqê vekişîne kir. -
Li gor NY’yê Talîban bêyî darizandin 160 kes înfaz kiriye
Mîsyona Efxanistanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), diyar kir ku ji meha Tebaxê ya sala 2021’î ku Talîban desthilatdarî bi dest xistiye heta bi niha bi sedan maf binpê kirine û da zanîn ku ji van binpêkirinan 160 jê înfazên bêdarizandin û êşkence ne. -
Li Pakistanê keştî noqav bû: Herî kêm 50 kes mirine û winda bûne
Li Pakistanê di serê hefteyê de keştiyek noqav bûbû. Di keştiyê de berbûk hebûn. Li gorî rayedaran 50 kes mirine û winda bûne. -
Pûtîn û Reîsî Erdogan destvala hişt
Çavê her kesî li civîna sê alî ya Rûsya, Îran û Tirkiye ya bi mijara çareseriya pirsa Sûriye ya li Tehranê bû. Bi taybet Tirkiye li bendê bû ku bi encam ji Tehranê vegere. -
Hikûmeta Şamê têkiliyên xwe yên bi Ûkraynayê re qut kir
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku, li gorî prensîba beramberiyê wan têkiliyên xwe yên dîplomatîk yên bi Ukraynayê re qut kirine. -
Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
Di salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava de dewleta Tirk a dagirker, Rûsya û Îran li Tehranê civiyan. -
Li Sûdanê di şerê qebûleyan de herî kêm 60 kes mirin
Li eyaleta Nîl a Şîn ku li ser sînorê Sûdan û Etiyopyayê ye, ji serê hefteyê ve herî kêm 60 kes mirin û 163 kes jî birîndar bûn. -
Iraqê nerazîbûn nîşanî zexta 'avê' ya Tirkiyeyê da
Iraq ku li ber ziwatiyê ye, ji Tirkiyeyê xwest ku hîn bêhtir avê berde tejaneya jorîn a çemên Dîcle û Firatê. -
Li Yewnanistanê balafireke çekbarkirî kete xwarê: 8 kes mirin
Li nêzî bajarê Kavala yê li bakurê Yewnanistanê, balafirek kete xwarê ku barê wê çek bû. Di encamê de 8 kes mirin. -
Kazimî û Bîden li Cidde civiyan
Li Erebîstana Siudî Serokê DYE’yê Joe Bîden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî beriya Civîna Ewlekarî û Geşepêdanê ya Ciddeyê li hev civiyan, li ser gelek xalan li hev kirin. -
Balefirên şer ên Îsraîlê baregehên Hemasê bombebaran kir
Balefirên şer ên Îsraîlê baregehên tevgera Hemasê û komên Filistînê yên li herêmên cuda yên Xezayê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de li derdora herêmê ziyanên madî çêbûn. -
Zamlî: Herî kêm milyonek kes tevlî nimêja Înê ya girseyî bûn
Yek ji endamên desteya amadekar a nimêja Înê ya girseyî Hakim Zamlî ragihand: “Em girêdanbûna xwe ya bi perspektîfên Seyîd Sedr destnîşan dikin û bêyî nîqaş pêk tînin.” -
WHO û UNICEF'ê ji bo derzîkirina zarokan hişyarî da
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WHO) û Fona Zarokan (UNICEF) ragihandin ku derdora 25 mîlyon zarok li seranserê cîhanê nikarin ji yek an jî çend derzeyên li dijî dîfterî, tetanos û felcê sûd bigrin. -
Serokwezîra Estonyayê Kallas ji bo avakirina hikûmeta nû ya koalîsyonê îstifa kir
Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallas ji bo avakirina hikûmeta nû ya koalîsyonê îstifa kir. -
Di navbera DYE û Îsraîlê de deklarasyona ‘şirîkatiya stratejîk’
Serokê DYE’yê Joe Bîden û Serokwezîrê Îsraîlê Yaîr Lapîd ‘Deklarasyona Qudûsê ya li ser şirîkatiya stratejîk a di navbera DYE û Îsraîlê de’ îmze kirin. -
Li Srî Lankayê di protesteyan de kesek mir, 84 kes jî birîndar bûn
Li Srî Lankayê piştî ku Ranîl Wîckremesînghe bû serokê dewletê yê demdemî xwepêşandan hatibûn destpêkirin. Di van çalakiyên protestoyê de kesek mir û 84 kes jî birîndar bûn. -
Li Haîtiyê komên çete bi hev ketin: Herî kêm 89 kes mirin
Li paytexta Haîtî Port-aû-Prînce, du komên çete bi hev ketin. Di encamê de bi dehan kes mirin. Krîza mirovî ya ji ber vî şerî jî giran bû. -
Di tûra pêşîn a ji bo serokatiya Partiya Mûxafazakar a Îngîlistanê de Rîshî Sûnak bû yekemîn
Di tûra pêşîn a ji bo serokatiya Partiya Mûxafaza kar a Îngîlistanê de Rîshî Sûnak bû yekemîn. Wê tûra duyemîn û belkî jî ya sêyemîn jî were kirin. -
Li Srî Lankayê gel ket avahiya serokwezîriyê
Li Srî Lankayê SerokwezîrêRanîl Wîckremesînghe wekî wekîlê serokkomar hate wezîfedarkirin, gel jî serhildana xwe didomîne û kete avahiya serokwezîriyê. -
Li Îngîlistanê tûra pêşîn a hilbijartina serokwezîriyê îro dest pê dike
Li Îngilistanê piştî ku Serokwezîr Borîs Johnson îstîfaya xwe ragihand, ji bo diyarkirina namzetên Partiya Mûxafazakar wê dengdaniya pêşîn îro were kirin.