Elmanya wê dîsa santralên termîk bide xebitandin
Ji ber ku kirîna gaza Rûsyayê kêm bû parlementoya Elmanyayê ji bo hilberîna elektrîkê zêde bike, qanûna rewşa lezgîn a ku dixwaze santralên termîk dîsa were xebitandin, qebûl kir.
Ji ber ku kirîna gaza Rûsyayê kêm bû parlementoya Elmanyayê ji bo hilberîna elektrîkê zêde bike, qanûna rewşa lezgîn a ku dixwaze santralên termîk dîsa were xebitandin, qebûl kir.
Wezîrê ekonomiyê yê hikumetê Robert Habeck diyar kir ev gaveke ne baş e lê hewce ye.
Li gorî parêzvanên hawîrdorê jî destpêkirina bikaranîna enerjiya ku derdorê qirêj dike jî gaveke paşvemayî ye.
Beriya krîza Ukraynayê plana Elmanyayê ev bû ku heta sala 2030’an gav bi gav êdî komirê bi kar neyne. Lê piştî ku Rûsyayê gaz kêm kir, biryar hate stendin dîsa santralên termîk ên bi komirê bidin xebitandin.
Dema ku şer dest pê kir ji sê paran pareke tesîsên depokirinê tijî bû. Lê roja Înê tesîsên gazê heta ji sedî 63’an hatin dagirtin. Lê li gorî pisporan heta meha Mijdarê divê ji sedî 90 tijî be ku Elmanya karibe zivistanê bidomîne.