Li gorî BBC’yê artêşa Îngilistanê li Efganistanê sûcê şer kiriye
Li gorî lêkolîneke 4 salan a BBC’yê, artêşa Îngilistanê li Efganistanê sûcê şer kiriye.
Li gorî lêkolîneke 4 salan a BBC’yê, artêşa Îngilistanê li Efganistanê sûcê şer kiriye.
Lêkolîna ku di 12’ê Tîrmehê de hat weşandin, hat gotin komandoyên hêzên taybet ên Îngilistanê yên Special Aîr Service (SAS) herî kêm 54 kes di bin şert û mercên gumanbar de kuştine û ev bûyer ji berpirsên xwe veşartine.
Li gorî BBC, Efganiyên bêçek ji aliyê SAS'ê ve di navbera Mijdara 2010 û Gulana 2011'an de di êrîşên bi şev de hatine kuştin û piştre ji bo rewakirina van sûcan çek danîne ser cenazeyan.
Li gorî lêkolînê, rayedarên payebilind ku di nav wan de generalê wê demê yê hêzên taybet Mark Carleton-Smîth jî hebû, haya wan ji fikarên van operasyonên di nav SAS’ê de hebû, lê polîsên leşkerî agahdar nekirine.
Li gorî qanûnên Qraliyeta Yekbûyî yên ku hêzên çekdar bi rê ve dibin, fermandarek heke haya wî ji sûcên şer ên potansiyel hebe û polîsê leşkerî agahdar neke, tê wateya ku sûc dike.
Mark Carleton-Smîth ku meha borî teqawît bû, red kir ku ji BBC re li ser lêpirsînê şîrove bike, ku xwe dispêre belgeyên edlî, e-maîlan û xebata qada ya rojnamevanan.
Wezareta Parastinê îddîa kir ku ji bo dozkirinê delîl kêm in. Wezaretê di daxuyaniyeke nivîskî de ji BBC re got, "Ti delîlên nû nehatine pêşkêşkirin. Lê eger delîlên nû derkevin holê, polîs dê li ser îddîayan lêkolînê bike.”
Di lêpirsîna BBC’yê de hatiye tesbîtkirin ku 54 kes di nav şert û mercên gumanbar de ji aliyê yekîneyeke SAS’ê ve li parêzgeha Helmandê di navbera Mijdara 2010 û Gulana 2011’an de hatin gulebarankirin û kuştin.
Rayedarekî leşkerî ji BBC re wiha got: “Di serdegirtina şev de gelek kes dihatin kuştin û daxuyanî ji mirovan re bi mentiq nedihat. Dema kesek tê destgîrkirin divê neyê kuştin. Wê demê diyar bû ku tiştekî xelet hebû."
Li gorî BBC çend hişyarî hatin kirin, lê destûr hat dayîn ku komando peywira xwe temam bike û bi ser de di sala 2012’an de ji bo mîsyonek din hate wezîfedarkirin.
Di 2014’an de, Polîsê Leşkerî yê Qraliyetê (RMP), SAS jî di nav de lêpirsînek li ser zêdetirî 600 binpêkirinên gumanbar ên li Efganistanê ji hêla hêzên Îngilistanê ve dabû destpêkirin.
Lêkolîneran ji BBC’yê re gotin ku ew ji hêla artêşê ve hatine "astengkirin" û lêpirsîn di sala 2019’an de qediya.