Li gorî DYE'yê wê Îran bi sedan droneyî bide Rûsyayê

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sûllîvan, Îran wê bi sedan droneyan bide Rûsyayê ku armancên xwe yên li Ûkraynayê 'nekarî bi berfirehî bi cih bîne'.

Jake Sûllîvan got, "Îstîxbarata me nîşan dide ku hikumeta Îranê wê di demeke gelekî kurt de amûrên şer jî di nav de bi sedan droneyan radestî Rûsyayê bike."

Li gorî Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî ku li Washîngtonê civîna çapemeniyê lidar xist, ev agahî nîşan dide ku "Hêzên Rûs amadekariyan dikin ku xwe di mijara bikaranîna droneyan de perwerde bikin û perwerdeyên destpêkê wê di meha Tîrmehê de destpê bikin."

Sûllîvan anî ziman ku ew nizanin bê drone hatine teslîmkirin yan na û got, droneyên Îranê beriya niha li Yemenê ji aliyê Hûsiyan ve ji bo "êrîşa li ser Erebistana Siûdî" hatin bikaranîn.