Lîderên Fransa, Elmanya, Îngilistan û Polonyayê serdana Kîevê kirin. Di serdanê de bi piştevaniya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ultîmatomek hate dayîna Rûsyayê ku agirbesta yek mehî ya ku wê ji roja Duşemê û şûnde destpê bike, qebûl bike. Hatibû diyarkirin ku di rewşek berevajî de Moskow wê rû bi rûyê “pêkanînên nû û giran” bimîne.
‘BI ULTÎMATOMAN NABE’
Pûtîn rasterast bersiva vê daxwazê neda û Ewropa sûcdar kir ku bi helwesteke “hişk û ferzker” tevdigere. Pûtîn li Kremlinê daxuyanî da çapemeniyê û got, “Rûsya ji bo danûstandinên bê şert û merc amade ye. Em pêşniyar dikin ku 15’ê Gulanê roja Pêncşemê li Stenbolê hevdîtin destpê bikin.” Her wiha anî ziman ku wê di nava demek kurt de li ser vê pêşniyarê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.