Li Kongoya Demokratîk ji ber karesata lehiyê 104 kes mirin

Hat ragihandin ku li Komara Kongeya Demokratîk, ji ber karesata lehiyê herî kêm 104 kes mirin.

Li gorî AFP'ê li gundê Kasaba yê eyaleta Kîvûya Başûr a Komara Demokratîk a Kongoyê di lehiyê de herî kêm 104 kes mirin. Rêveberê navçeya Fîzî Sammy Kalonji, ragihand ku di bûyerê de ziyaneke madî ya mezin çêbûye.

Serokê herêma Nganja, Bernard Akili, got ku barîna barana zêde şeva Pêncşemê bû sedem ku çem ji qeraxê xwe biherike, xaniyên li ser golê wêran bibe û bibe sedema wêranbûna berfireh.

Hat ragihandin ku piraniya kesên ku di lehiya ku li gundê bajêr de jiyana xwe ji dest dane zarok û extiyar in. 28 kes birîndar bûn, 150 xanî hilweşiyan.

Karesatên bi vî rengî li welêt, bi taybetî li herêmên li kêleka golên mezin ên ku ji ber birrîna daristanan qels bûne, pir zêde ne. Di sala 2023’yan de lehiyeke bi heman rengî pêk hatibû û di encamê de 400 kes miribûn.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di sala 2024'an de li Rojava û Afrîkaya Navîn nêzî 6,9 mîlyon kes ji ber barana zêde û lehiyan bandor bûne.