Îsraîl cenazeyê leşkerê ku 1982’yan li Lubnanê hate kuştin, li Sûriyeyê dît

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû roja Yekşemê daxuyanî da û ragihand ku Mossad “bi operasyoneke taybet” cenazeyê çawişê Îsraîlê Zvi Feldman “ji dilê Sûriyeyê” paşde anî.

Netanyahû ragihand ku cenazeyê leşkerê Îsraîlê yê ku sala 1982’yan li Lubnanê hatî kuştin, li Sûriyeyê “bi operasyoneke taybet” paşde anî.

Netanyahû daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Mossad û artêşê bi operasyoneke taybet cenazeyê Çawiş Zvi Feldman ê ku Hezîrana 1982’yan di dema şerê yekemîn ê Lubnanê de di muharebeya Sultan Yakub de şehîd bû, şand welatê wî.”

Şerê Sultan Yakub artêşên Îsraîl û Sûriyeyê li rojhilatê Lubnanê li herêma Bekaa ya li tevahiya sînorê Sûriyeyê, anî beramberî hev.

Di daxuyaniyeke hevpar a ji aliyê artêş û Mossadê ve hatî dayîn de, hate diyarkirin ku cenazeyê leşker “ji dilê Sûriyeyê şand Îsraîlê”.

Têkildarî dîroka vê operasyonê ti agahî nehatin dayîn. Artêşê ragihand ku nasnameya Zvi Feldman bi rêya testên genetîk hate tespîtkirin û malbata wî hate agahdarkirin.