CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Fransayê cara yekem: Ji bo pisîka bi lêdanê mir kuşt wê tazmînatê bide
Dadgeha Cezayê ya Lille ji ber zerar daye pisîkê cazeyê tazmînatê li kesekî birî. Ev biryar li Fransayê bû biryara yekem. -
OXFAM’ê bertek nîşanî dewlemendtirbûna milyarderan da
Beriya vekirina Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF), OXFAM'ê raporek weşand û bal kişand ser zêdebûna newekheviya cîhanî. -
Li gorî Hamasê heta niha li Xezeyê zêdeyî 24 hezar kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve di encama êrîşên Îsraîlê de li Şerîda Xezeyê 24 hezar û 100 kes hatin kuştin. -
Li Rîoyê ji ber barana zêde herî kêm 11 kes mirin
Ji ber barana zêde ya sibeha Yekşemê li Janeîro ya bajarê Rîo ya Brezîlyayê, herî kêm 11 kes mirin û jinek winda bû. -
Li Şerîda Xezeyê doh bi şev zêdeyî 60 kes hatin kuştin
Di şeva Yekşemê de ku roja sedemîn a şerê li Xezeyê bû, bombardûmaneke giran a Îsraîlê hate kirin. Li gorî Hamasê zêdeyî 60 kes hatin kuştin. -
Li Îzlandayê volkan teqiya
Ofîsa Meteorolojiyê ya Îzlandayê (IMO) ragihand ku piştî meha Kanûnê, li heman herêmê roja Yekşemê li başûrê rojavayê welêt teqîneke nû ya volkanîk destpê kir. -
Şerê Xezeyê kete roja 100’an: Nêzî 24 hezar kes mirin
Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ket roja 100’an. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7’ê Cotmehê ve nêzî 24 hezar kes di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan. -
Li Koreya Bakur fuzeya balîstîk hat ceribandin
Artêşa Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur roja Yekşemê fuzeyek balîstîk avêtiye. -
4 koçberan li Derya Manşê jiyana xwe ji dest dan
Li peravên Wîmereûxê ya li herêma Pas-de-Calaîsê ya Fransayê, 4 koçberên ku hewl didan ji Derya Manşê derbas bibin, xeniqîn. Koçberek jî birîndar bû. -
DYE’yê car din li Yemenê li Hûsiyan xist
Centcom’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Emerîkayê, li Yemenê carek li hêzên Hûsiyan xistiye. -
Rastgirên tundrew li Elmanyayê plan dikin ku koçberan dersînor bikin
Rastgirên tundrew plana dersînorkirina koçberan û yên ku pasaporta wan a Elmanî hene, dikin. -
AfD a bi neo-Naziyan re hevdîtin kir hat protestokirin
Li Hambûrgê li dijî civîna neo-nazîst û endamên AfD’ê ya li Potsdamê çalakî hate lidarxistin. -
Çînê gef li Taywanê xwar: Em ê hewlên serxwebûnê bişkînin!
Wezareta Parastinê ya Çînê beriya hilbijartinên Serokkomariyê yên li Taywanê, gefa ew ê hewldanên serxwebûnê “bişkînin” lê xwar. -
HRW: Sala 2023’yan ji bo mafên mirovan bû saleke tirsnak
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe ya salane de diyar kir ku sala 2023’yan ji Xezeyê heya Ûkraynayê û heya Sûdanê li tevahiya cîhanê ji bo mafê mirovan bû saleke pir xirab. -
Li gorî Hamasê li Xezeyê heta niha 23 hezar û 708 kes hatine kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê 23 hezar û 708 kes hatine kuştin. -
Îsraîlê xwe parast: Armanca me ne tunekirina gelê Fîlîstînê ye
Îsraîlê li dijî sûcdariyên qirkirinê yên Efrîkaya Başûr, xwe parast. Îsraîlê roja Îniyê li dadgeha herî bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku armanca wan ne ew e ku gelê Fîlîstînê tune bikin. -
Di encama bombebarana li Hartûmê de zêdetirî 30 sivîl hatin kuştin
Hate ragihandin ku di encama bombebarana li herêma niştecihbûnê ya paytexta Sûdanê Hartûmê de zêdeyî 30 sivîl hatin kuştin. -
Li Yemenê di êrîşan de 5 kes mirin, 6 jî birîndar bûn
Li Yemenê di êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îngilistanê de ku li dijî Hûsiyan hate kirin, herî kêm 5 endamên Hûsî hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn. -
Şerê Îsraîl-Hamasê pengizî Yemenê: DYE û Îngilistanê li Hûsiyan xistin
DYE û Îngilistanê li Hûsiyan xistin ku Hûsî bi armanca 'piştevaniya' bi Fîlîstîniyan re demeke li Derya Sor êrîşê dibin ser karên deryayî. Moskow, Pekîn û Tehranê nerazîbûn nîşanî êrîşê dan. Hûsiyan gef xwarin. -
Civaka Kurd a li Japonyayê dijî alîkarî da mexdûrên erdhejê
Piştî erdheja Îshîkawayê bi pileya 7.6 çêbû, civaka Kurd a li Japonyayê li bajarê Suzu kon danî û xwarina germ dan mexdûrên erdhejê. -
Ekvador ji ber tundiya têkildarî hişbirê derbasî ‘Rewşa Şer’ bû
Li Ekvadorê derheqê têkoşîna bi tundiya çeteyên sûcê û bazirganiya hişbirê ku li pey tundiya ku li wir pêk tê Serokê Dewletê Danîel Noboa daxuyand ku welat ketiye “Rewşa Şer”. -
Fînlandiya dê sînorê xwe bi Rusyayê re girtî bihêle
Fînlandiya diyar kir ku biryara girtina seranserê sînorê xwe yê bi Rusyayê re dê bidomîne û got ku Moskova qeyraneke koçê ava dike. -
Li gorî Hamasê li Xezeyê hejmara miriyan derket 23 hezar û 469 kesan
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê hejmara miriyan derket 23 hezar û 469 kesan. -
Li Kabîlê di nava hefteyekê de êrîşa sêyemîn pêk hat: 2 kes mirin
Hat ragihandin ku di teqîna ku li paytexta Efxanistanê Kabulê pêk hatî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Rûsyayê serokê partiya çep hat binçavkirin
Serokê partiyeke çep a radîkal a Rûsyayê, di çarçoveya lêpirsîna "rewakirina terorê" de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.