CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Parlamenterê Iraqê: Divê serdana MÎT’ê bê lêkolîn
Parlamenterê Iraqê Arif Humamî, xwest hevdîtina musteşarê servîsa îstîxbarata Tirk (MÎT) Hakan Fîdan ya ligel rayedarên payebilind ên ku li Baxdayê pêk hatiye, bê lêkolînkirin. -
Azerbaycanê Ermenistan bombe kir
Dewleta Tirk gelek çek şandibû ji Azerbaycanê re. Piştî nîvê şevê Azerbaycanê gelek herêmên Ermenistanê bombe kir. -
Eş-Şebab Somalî berê xwe da Etiyopyayê
Piştî êrîşa 2 hezar çeteyên Eş-Şebab a li ser sînor, rayedar ditirsin ku vê koma ser bi El Qaîdeyê xwe berdabe nava welêt. -
Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir û rastgirên tund li pêş in
Roja Yekşemê li Swêdê hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinan de bloka rastgir û rastgirên tund li pêş in. -
'50 mîlyon mirov mexdûrên koletiya modern in'
Rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku li cîhanê 50 mîlyon mirov mexdûrên koletiya modern in. -
Li Kalîforniyayê agir bi daristanê ket: 11 hezar kes ji qadê hatin derxistin
Li eyaleta Kalîforniyayê ya DYE di 6’ê Îlonê de agir bi daristanê ketibû. Di vê şewatê de herî kêm 16.500 hektar qad şewitî û herî kêm 11 hezar kes neçar man ji malên xwe biterikînin. -
SOMO: Herêma Kurdistanê bi awayeke deryasayî petrolê dişîne ji derve
Şîrketa Petrolê ya Iraqê (SOMO) bi gotina “Ji ber ku herêma Kurdistanê bi awayeke deryasayî petrolê dişîne derwe” re ragihand ku wan hemû danûstandinên bi Herêma Kurdistanê re ragirtine. -
Hakan Fîdan bi Berhem Salih û Kazimî re hevdîtin kir
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîr Mistefa El-Kazimî, serdana Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan qebûl kirin. -
Musteşarê MÎT'ê bi Koalîsyona Serweriya Sunniyan re hevdîtin kir
Rayedarê Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) li paytexta Iraqê Bexdayê bi rayedarên Koalîsyona Serweriya Sunniyan re hevdîtin kir. -
Koreya Bakur ji qanûna bikaranîna bombeya atomê re got erê
Rêveberiya Koreya Bakur, rabûna li ber êrîşên konvansiyonel jî di nav de, yasayeke erêkirina bikaranîna bombeya atomê bi armanca cezakirinê qebûl kir. -
Hejmara miriyên erdheja Çînê bû 86
Hejmara mirovên ji ber erdheja bişid a li başûrê rojavayê Çînê rabû jiyana xwe ji dest dan, bû 86. Ji ber şiliyê xebata xelaskirinê bi zehmetî tê kirin. -
Li Portekîzê belgeyên nepen ên NATO’yê hatin dizîn
Derket holê di êrîşeke sîber de belgeyên nepen ên ku NATO’yê ji Portekîzê re şandine hatiye dizîn. -
Albanyayê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re birîn
Albanyayê (Komara Arnavûtê), got ku berpirsê êrîşên sîberî Îran e û da zanîn ku wan têkiliyên dîplomatîk bi Tehranê re birîne. -
Li Kalîfornayê ji nû ve agir bi daristanê ketin: 2 kes mirin
Li eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê ji nû ve agir bi daristanê ketin, herî kêm 2 kes mirin. -
‘Heqê gaz û ceyranê pir zêde ye mirov nikare bide’
Sendîkayên Ewropayî, hişyarî li rêveberên Ewropayî yên tê payîn ku li Pragê bicivin kirin ku enerjî pir biha bûye û nayê stendin. -
Pîlotên Lûfthansayê ji bo grevê bang kirin
Pîlotên koma Lûfthansayê ya Elman ku şîrketa herî mezin a hewayî ya Ewropayê ye bang kir ku piştî roja Çarşemê ew ê dest bi grevê bikin. -
Di erdheja Çînê de herî kêm 65 kes mirin
Li başûrê rojavayê Çînê roja Duşemê bi şîddeta 6,6 erd hejiya. Di erdhejê de herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Hilbijêrên Şîlî destûra bingehîn a çep red kirin
Hilbijêrên Şîlî, destûra bingehîn a ku bibe yek ji destûrên herî pêşketî ên cîhanê û pêşniyara ji bo jinûve nirxandina rêziknameya 41 salî red kirin. -
Yewnanistanê îsal nehişt ku 150 hezar koçber derbas bibin
Li Yewnanistanê, hikûmeta mihafizekar ragihand ku îsal nehiştiye 150 hezar koçber bi rêya bejahî û behrê derbasê welêt bibin. -
Li zêdetirê 50 bajarên Îranê ji bo êrîşên kimyewî tedbîr hatin girtin
Hat diyar kirin ku li zêdetirî 50 bajarên Îranê ji bo pêşîgirtina êrîşên biyolojîk, radyolojîk û kimyewî pergala parastinê hatine bicih kirin. -
Hamasê 5 Fîlîstînî bi darve kir
Hamas, ku li Şerîda Gazzeyê serwer e, 5 Fîlîstînî bi darve kir ku 2 ji wan bi 'hevkariya bi Îsraîlê re' sûcdar dikir. -
Li Efganistanê li camiyekê teqînek çêbû, meleyekî Talîbanê jiyana xwe ji dest da
Li herêma Heratê ya ku li rojavayê Efganistanê ye li camiyeke herî mezin teqîneke mezin çêbû. Hate ragihandin meleyekî navdar jî tê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. -
460 koçber hefteyek e di behrê de asê mane -HATE NÛKIRIN
Gelek rêxistinên sivîl ên civakî diyar kirin ku nêzî 460 koçber hefteyek e li Behra Spî asê mane. -
Li dinyayê hêj jî 244 milyon zarok nikarin biçin dibistanê
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), da zanîn ku li seranserê dinyayê hêj jî 244 milyon zarok nikarin biçin dibistanê. -
Ji ber greva pîlotan Lûfthansayê piranî firînên xwe betal kirin
Şirketa rêyên hewayî ya Elman Luftansa ji ber grevê hema bibêje hemû firînên xwe betal kirin.