Hamasê 5 Fîlîstînî bi darve kir

Hamas, ku li Şerîda Gazzeyê serwer e, 5 Fîlîstînî bi darve kir ku 2 ji wan bi 'hevkariya bi Îsraîlê re' sûcdar dikir.

Hamasê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 5 kesên cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, sibeha Yekşemê hatin darvekirin.

Li gorî daxuyaniyê ji kesên hatin darvekirin 2 jê bi 'hevkariya bi dijmin re', sê jî ji ber sûcên cuda bi darvekirinê hatin mehkûmkirin. Hamasê îdîa kir ku van kesan li dadgehên xwecihî derfet dîtin ku 'xwe biparêzin'.

Hate ragihandin ku du kesên bi hevkariya bi Îsraîlê re dihatin sûcdarkirin 2 mêr in.

Hate ragihandin ku yekî ji wan têkildarî cihên endamên Hamasê û cihê hilberîna roketê agahî daye Îsraîlê.

Hate ragihandin ku yê din jî ji sala 2001'ê û vir ve agahî dida hêzên Îsraîlê ku di encamê de bû sedema mirina mirovan.

Rêveberiya Fîlîstînê ya bi serkêşiya Mahmûd Abbas sala 2019'an bû endamê peymana Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rakirina cezayê îdamê.