Trump: Hamas li Xezeyê agirbestê dixwaze

Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku Hamas ji bo agirbesta li Xezeyê amade ye û hevdîtin baş derbas dibin. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê Trump weke namzed nîşan da.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump roja Duşemê li Qesra Spî  di şîvekê de ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî lê amade bû, anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye Hamas amade ye ku li Xezeyê agirbestê qebûl bike.

Donald Trump ji rojnamevanan re got: ‘’Daxwaza hevdîtinekê dikin û agirbestê dixwazin.’’

Trump pirsa ‘astengiyên li pêşiya lihevkirina aştiyê çi ne’ bersivand û got: ‘’Bi min astengiyek tune ye. Her tişt di rêya xwe de ye.’’

Di gel ku hevdîtinên nerasterast ên di navbera Hamas û Îsraîlê de dewam dikin jî Trump diyar dike ku ew bi biryar e ku şerê li Xezeyê bi dawî bike.

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Armanca serok a sereke ya li Rojhilata Navîn bidawîkirina şerê li Xezeyê ye û vegerandina hemû dîlgirtiyan e.’’

Karoline Leavitt da zanîn ku nûnerê DYE’yî Steve Witkoff wê vê hefteyê biçe Dohayê ku hevdîtin li vir tên kirin.

Donald Trump roja Yekşemê gotibû ku ji bo pêkhatina lihevkirinekê ‘’ev hefte’’ ‘’şensekî baş e.’’

NETANYAHU JI BO NOBELÊ TRUMP WEKE NAMZED NÎŞAN DA

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu diyar kir ku wî Serokê DYE’yê ji bo Xelata Aşitiyê ya Nobelê weke namzed nîşan da ye û nameya ku ji Komîteya Nobelê re şandiye, daye wî bi xwe.

Netanyahu ji bo Trump got ku ew aşitiyê pêk tîne.

Li gorî çavkaniyên Filistînî jî ji roja Yekşemê ve ye li Dohayê di navbera Hamas û Îsraîlê de du caran hevdîtinên nerasterast hatine kirin.