Musteşarê MÎT'ê bi Koalîsyona Serweriya Sunniyan re hevdîtin kir

Rayedarê Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) li paytexta Iraqê Bexdayê bi rayedarên Koalîsyona Serweriya Sunniyan re hevdîtin kir.

Di vê demê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan serdana Bexdayê kir.

Hat ragihandin ku Fîdan bi Serokê Koalîsyona Serweriya Sunniyan Hamîs Hançer re hevdîtin pêk anî.

Li gorî nûçeya kanala UTV ku alîgirê Îtîfaqa Serwerî ya Suneyan e, di rojeva serdana Fîdan de ya li Iraqê PKK’ê û krîza siyasî ya Iraqê heye. 

Ev serdan piştî êrişa li Zaxoyê hate kirin, ku 20'ê Gulanê 9 sivîlên Ereb hatibûn kuştin. Piştî vê komkujiyê, çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û hate xwestin ku dewleta Tirk a dagirker ji Iraqê derkeve.