Ji 7 welatiyên ku roja Duşemê li gundên Aşût û Çemkayê hatibûn binçavkirin, 3 kes ji aliyê Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ve hatin girtin.
Hate ragihandin ku îfadeya welatiyê bi navê Nezîr Ecer bêyî parêzer hatiye standin û tevî ku parêzerê Nezîr Ecer hebûye jî dozgeriyê îmze pê daye avêtin.
Piştî biryara girtinê şêniyên Gundê Aşûtê li pêşiya Walîtiya Colemêrgê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Abdûrahman Ecer li ser navê gundiyan axivî û da zanîn ku pêvajo bi temamî bi awayekî derqanûnî hatiye birêvebirin.
Ecer diyar kir ku li ser laşê kesê tê îdîakirin ku hatiye derbkirin tu birîn tune ne û got: ‘’Girêdayî telîmata hin kesan li hemberî her du gundên me operasyon hatin lidarxistin. 7 kes û xizmên me hatin binçavkirin. Ev biryar ne hiqûqî û ne jî wijdanî ye. Bêyî delîl û destûra dozgeriyê gundên me hatin dorpêçkirin.’’
Ecer da zanîn ku divê dewlet û hiqûq ne piştevaniya kesan, divê piştevaniya gelî bike û peyama; ‘’Hûn nikarin bi zext û tirsê me bê deng bikin. Em ê heya dawiyê parastina gelê xwe bikin û bi paş ve gav naavêjin’’ da.