Hejmara miriyên erdheja Çînê bû 86

Hejmara mirovên ji ber erdheja bişid a li başûrê rojavayê Çînê rabû jiyana xwe ji dest dan, bû 86. Ji ber şiliyê xebata xelaskirinê bi zehmetî tê kirin.

Li gor bîlançoya nû hejmara kesên di erdheja bi şid a pileya wê 6,6 a li Kantona Lûdîng a eyaleta Sîchûanê ku roja Duşemê rabû de jiyana xwe ji dest dane bû 86.

Televizyona dewletê CCTV’yê, ragihand ku li Garzeya baregeha navendî ya erdhejê 50, li Shîmîanê jî 36 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Servîsên meteorolojiyê, ji ber şiliya li herêmê alarma zer da, hişyar kir ku dibe erd biheze.

10 hezar kes tev li operasyonên xelaskirinê dibin. Xelasker, ji leşker, kesên paramîlîter û komên agirkujiyê pêk tê.