Li Efganistanê li camiyekê teqînek çêbû, meleyekî Talîbanê jiyana xwe ji dest da

Li herêma Heratê ya ku li rojavayê Efganistanê ye li camiyeke herî mezin teqîneke mezin çêbû. Hate ragihandin meleyekî navdar jî tê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê hikumetê Zabîhûllah Mucahîd li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir parêzvanê Talîbanê û meleyê navdar Mûcîbûr Rahman Ensarî di êrîşa Heratê de jiyana xwe ji dest daye.

Teqîn li camiya Gazargahê ya ku yek ji camiya sereke ya Heratê ye pêk hat.

TOLONews a ku kanala televîzyonê ya sereke ya welat e diyar kir di teqînê de gelek kes birîndar bûne û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ensarî di serê meha Tîrmehê de li meclîsa meleyên Kabîlê de gotibû kî bixwaze rejîma Talîbanê hilweşîne divê serê wan were jêkirin.