Albanyayê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re birîn

Albanyayê (Komara Arnavûtê), got ku berpirsê êrîşên sîberî Îran e û da zanîn ku wan têkiliyên dîplomatîk bi Tehranê re birîne.

Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Desteya Wezaretan biryar daye ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Komara Îslamî ya Îranê re demildest bibire.

Ji balyozxaneya Îranê ya Tîranê re jî hat gotin ku divê di nav 24 saetan de tevî hemû xebatkarên xwe yên dîplomatîk, teknîkî, îdarî û ewlehiyê terka herêmê bike.

Edî Rama, Îran bi êrîşa sîberî ya giran a bi armanca rakirina ji holê ya binesaziya dîjîtal a hikûmeta Albanyayê sûcdar kir.

Rama, got ku ew bi lêkolîneke bi hûrgulî jê piştrast bûne ku êrîş ji aliyê Tehranê ve hatiye kirin.

Albanya, li ser daxwaza DYE û Neteweyên Yekbûyî ji sala 2013’yan heta bi niha endamên rêxistina Micahidên Gel ên mixelef a Îranî qebûl dike.