Koreya Bakur ji qanûna bikaranîna bombeya atomê re got erê

Rêveberiya Koreya Bakur, rabûna li ber êrîşên konvansiyonel jî di nav de, yasayeke erêkirina bikaranîna bombeya atomê bi armanca cezakirinê qebûl kir.

Rageşiya bi Koreya Bakur re hinekî din jî zêde bû. Serokê welêt Kîm Jong Ûn got ku statuya dewletê ya nukleerî “jêneveger“ e. Bi vê daxuyaniyê, îhtimala hevdîtina li ser paqijkirina welêt ji nukleerê jî ji holê rabû.

Koreya Bakur a tu sal wek îsal ceribandina fuzeyan nekiribû îcar di der barê bikaranîna çekên nukleerî de yasayek derxist. Li gor ajansa KCNA ya dewletê, li gor yasaya nû, heke hêzek a biyanî gefan li Pyongyangê bixwe, rejîma Koreya Bakur, wê yeksek û ji bo rakirina dijmin ji holê destûra destpêkirina êrîşeke nukleerî ya bergir bide. Bi yasayê, pêşbîniya bikaranîna çekên nukleerî li dijî êrîşên nukleerî ya jî nenukleerî tê kirin.

Tîrmehê, Serokê Koreya Bakur, gotibû ku heke ew û DYE û Koreya Başûr pev biçin, ew amade ne ku hêza xwe ya nukleerî ya bergir bi cih bikin.

Li gor KCNA’yê, Kîm Jong Ûnê roja Pêncşemê li ber parlamentoya Koreya Bakur axaftin kiriye û wiha gotiye: “Em dev ji bikaranîna çekên nukleerî bernadin û tu guftûgo wê li ser rakirina çekên nukleerî çênebin.“