Derbarê Nûçegihana MA’yê Ceylan Şahînlî lêpirsîn hate vekirin

Derbarê Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî bi hinceta daxuyanî li ser rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin daye, lêpirsîn hate vekirin.

Derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî bi sedema ku 23’yê Kanûna 2024’an li sînorê Pirsûs-Kobanê li ser rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin axivîbû, lêpirsîn hate destpêkirin.

Ceyhan Şahînlî bi hinceta “muxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan, meş û civînê” wê îfadeyê bide Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Rihayê.

Bi hinceta heman daxuyaniyê, derbarê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz û rêveberê Rêxistina Rihayê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bekir Benek jî lêpirsîn hate vekirin.