460 koçber hefteyek e di behrê de asê mane -HATE NÛKIRIN

Gelek rêxistinên sivîl ên civakî diyar kirin ku nêzî 460 koçber hefteyek e li Behra Spî asê mane.

Sos Medîterranee, Xaça Sor a Navneteweyî û Federasyona Kizilayê (FICR) diyar kirin ku 460 koçberên hatine rizgarkirin ev hefteyek e li behrê asê mane.

Her du organîzasyonan diyar kirin zarok û pitik jî di nav koçberan de hene û tendirustiya hinek koçberan gelekî xerab bûye.

Ev koçber bi 10 operasyonên cihê yên rêxistinên civaka sivîl hatin rizgarkirin lê ji bo ku bigihêjin bejahiyê li bendergehan digerin. Ev koçber di keştiya rizgarkirinê ya Ocean Vîkîngê de ne.

Li gorî SOS Medîterranneyê ev koçberên hatine rizgarkirin piraniya wan ji Bangladeş û Misirê ne û di wan de nêzî 80 zarok hene.

Rêxistinan diyar kirin bila astengiyên li ser keştiyan were rakirin û gotin “Ji bo ku kesên li ewlehî û parastinê digerin, rewş ber bi bêhêvîbûnê ve diçe.”

Her du rêxistinan bang li welatên Ewropayê kirin ku bila hevgirtinê zêdetir bikin û mafên mirovan têxin bi mîsogeriyê.