Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir û rastgirên tund li pêş in

Roja Yekşemê li Swêdê hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinan de bloka rastgir û rastgirên tund li pêş in.

Di hilbijartinê de ya ku di 11’ê Îlonê de hate kirin, rastgir û rastgirên tund derketin pêş. Tê payîn encamên teqez roja Çarşemê were eşkerekirin.

Li gorî ji sedî 92’ê encamên sindoqan bloka bi pêşengiya Ulf Krîsterrsson wê nêzî 175, 176 kursiyan bi dest bixe ku ev jî tê wateya piraniya teqez.

Bloka bi pêşengiya Magdalene Anderssonê jî wê 173, 174 kursiyan bi dest bixe.

Demokratên Swêdê ya nijadperest ku li dijî koçberan e, herî kêm ji sedî 20’ê dengan stend û rekoreke mezin bi dest xist. Partiya nijadperest li Swêdê wê bibe partiya herî mezin a rastgir.

Demokratên Swêdê 12 sal berê di sala 2010’an de ji sedî 5,7’ê dengan stendibû û ketibû meclîsê.

Bloka rastgir nêzî ji sedî 49,7’ê dengan stendiye û bloka çepgir jî ji sedî 48,8’ê dengan stendiye. Dengên bloka rastgiran 60 hezarî ji bloka çepgiran zêdetir e. Li welat nêzî 7,8 milyon kes hene ku dikarin dengê xwe bidin.

Partiya Demokratên Sosyal a serokwezîr Andersson jî ji sedî 30’î zêdetir deng stend.

Hikumeta rastgir a ku partiya rastgirên tund piştgiriya wê dike, ji bo siyaseta Swêdê tê wateya serdemeke nû. Di 1’ê Çileya 202’an de divê Swêd serokatiya serdemê ya Yekîtiya Ewropayê werbigire û endamtiya xwe ya li NATO’yê jî bi encam bike.

Li Swêdê ji bo ku serokwezîr were hilbijartin divê herî kêm 175 dengan bistîne.