Li Kalîfornayê ji nû ve agir bi daristanê ketin: 2 kes mirin

Li eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê ji nû ve agir bi daristanê ketin, herî kêm 2 kes mirin.

Li herêma Los Angelesê heta niha agir li qada ji 1600 hektarî belav bûye. Agirkujan xwestin zêdeyî 3 hezar malbat xaniyên xwe vala bikin. Rayedar ji ber qutbûna elektrîkê jî bi fikar in.

Gelek xanî şewitin, herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesek jî bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Dibistanên li derdor jî hatin girtin.

Têkîldarî sedema şewatê lêpirsîn hat destpêkirin. Şîrketa Southern California Edison diyar kir ku li cihê şewatê pirsgirêka elektrîkê hebûye.

Şîrketa elektrîkê ya berê ji ber kêmasiya binesaziyê ku bû sedema şewetan û hin ji van jî bû sedema mirina mirovan, neçar ma bi milyaran dolar tazmînatê bide.

Ji ber şewatê li eyaleta Kalîforniya, Nevada û Arîzona rojên pir germ tên jiyîn. Li hinek cihan germahiya hewayê gihişt 43 pileyan.

Ev 20 sal in li rojavayê DYE’yê hişkesalî heye. Germahiya zêde û hişkesaliya tund jî dibe sedema şewatan.

Hefteya bihurî jî li Los Angelesê şewata bi navê “Route Fire” derketibû û qada ji hezaran hektarî şewitî bû.