Li zêdetirê 50 bajarên Îranê ji bo êrîşên kimyewî tedbîr hatin girtin

Hat diyar kirin ku li zêdetirî 50 bajarên Îranê ji bo pêşîgirtina êrîşên biyolojîk, radyolojîk û kimyewî pergala parastinê hatine bicih kirin.

Li gorî televîzyona dewletê ÎRÎBNews’ê, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Îranê Mehdî Ferahî diyar kiriye ku li 51 bajaran ji bo pêşîlegirtina her curê êrîşên biyolojîk, radyolojîk û kimyewî pergalên parastinê hatine bicih kirin. Li gorî Mehdî Ferahî, pergalên parastinê di heman demê de ji bo bersivdayîna êrîşan hatiye bicih kirin û wê gel ji van êrîşan biparêze.

Dîktatorê Iraqê Saddam Huseyîn, di dema şerê di navbera Iraq û Îranê de (1980-1988) serî li bikarîna çekên kimyewî dabû.

Bi taybet di 28’ê Hezîrana 1987’an de bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê bibû bajarê yekem a bi gazê Xerdel hatiye bombekirin. Di wê êrîşê de herî kêm 119 kes jiyana xwe ji dest dabû û 1.518 kes birîndar bibûn.

Wezîrê berê yê parastinê yê Îranê Emîr Xatemî, di Adara 2021’an de ji ber salvegera van êrîşan daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de diyar kiribû ku divê  welat li dijî êrîşên nukleerî, biyolojîkî û kimyewî ên muhtemel amade be.

Îran 16 meh in bi hêzên Rojavayî re ji bo vegera peymanên nukleer muzakere dike. Peymana ku di sala 2015’an de li Viyanayê hatibû vajokirin, 3 sal şûnde ji aliyê DYE’yê bi serokatiya Donald Trûmp ve hatibû betalkirin û li dijî Îranê polîtîkaya pêakanînên cezayê ji nû ve xistibûn dewre.

Bi daxuyaniyên rojên dawî tê payîn ku muzakereyên wan encam bigrin. Lê Îsraîl bi awayek tund li dijî peymanê derdikeve. Serokwezîrê Îsraîlê Yaîr Lapîd di daxuyaniya xwe ya 28’ê Tebaxê de diyar kiribû ku ew ê nehêlin Îran bombeyên atomî bidest bixe.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wiha bersiv dabû: “Ger biryara tiştek wiha bidin, wê demê wê qet wext ji bo Îsraîlê nemîne ku xwe bilebitîne.”