Li Kalîforniyayê agir bi daristanê ket: 11 hezar kes ji qadê hatin derxistin

Li eyaleta Kalîforniyayê ya DYE di 6’ê Îlonê de agir bi daristanê ketibû. Di vê şewatê de herî kêm 16.500 hektar qad şewitî û herî kêm 11 hezar kes neçar man ji malên xwe biterikînin.