Hilbijêrên Şîlî destûra bingehîn a çep red kirin

Hilbijêrên Şîlî, destûra bingehîn a ku bibe yek ji destûrên herî pêşketî ên cîhanê û pêşniyara ji bo jinûve nirxandina rêziknameya 41 salî red kirin.

Piştî pêvajoyeke ji du salan, roja Yekşemê li Şîlî referandûm hate kirin û hilbijêrên Şîlî bi dengekî zêde destûra bingehîn a pêşverû û nû red kirin.

Li gorî Servîsa Hilbijartinê ya Şîlî, bi jimartina hemû dengan re ji sedî 62 ê hilbijêran pêşniyar red kirin, ji sedî 38'an dengê erênî dan.

Destûra bingehîn ku bi piştgiriya Serokkomarê çepgir Gabrîel Borîc hate pêşniyar kirin ji 388 xalan pêk dihat. Di destûra bingehîn de ji bo berfirehkirina mafên civakî, zêdekirina guhertinên hawirdorê û bernameyên aramiya civakî berpirsyariyên mezin dida hikumetê. Her wiha wekheviya zayendî û temsîliya xwecihiyan jî misoger dikir.

Belgeya pêşniyarkirî di serî de paytext Santîago û herêma metropolê li hemû eyaletên Şîlî hate redkirin.

Destûra bingehîn a ku niha di meriyetê de ye, di bin dîktatoriya Aûgûsto Pînochet ve hate amadekirin ku Pînochet di navbera salên 1973 û 1990'î de bi 'kulma hişk' Şîlî bi rê ve bir. Alîgirên destûra bingehîn a nû dixwestin ku Şîlî ji rabirdûya xwe ya otorîter rizgar bibe û belgeyeke li gorî berjewendiyên civakan dixwestin.