Li dinyayê hêj jî 244 milyon zarok nikarin biçin dibistanê

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), da zanîn ku li seranserê dinyayê hêj jî 244 milyon zarok nikarin biçin dibistanê.

Midûrê Giştî yê UNESCO’ya Aûdrev Azoûlay got: “Tu kes, vê rewşê qebûl nake. Perwerde maf e û ji bo girtina rêzê ji bo vî mafî tiştê ji milên me were divê em bikin.“

Li gor UNESCO’yê zêdeyê ji sedî 40’ê 244 milyon zarokên di navbera 6 û 18 salî de ku nikarin biçin dibistanê li Efrîkaya Bin Sahrayê dijîn. Li Nîjeryayê 20,2 milyon zarok, li Etiyopyayê 10,5 milyon kes, li Komara Kongo ya Demokratîk 5,9 milyon û li Kenyayê 1,8 milyon zarok nikarin biçin dibistanê.

Sala 2000’î hejmara zarokên keç ên nediçûn dibistanê ji zarokên kur zêdetir bû. Lê li gor daxuyaniya nû ya UNESCO’yê di tabloya cudahiya giştî ya navbera zayendan hatiye ser ser sifirê lê cudahiyên di navbera herêman de berdewam in.

UNESCO’yê da xuyakirin ku sala 2000’î 400 milyon zarok neçûne dibistanê û bipêşdeçûna di vî warî de silav kir û aşkere kir ku sererastbûna madî ya di vî warî de kêm bûye.