Pîlotên Lûfthansayê ji bo grevê bang kirin

Pîlotên koma Lûfthansayê ya Elman ku şîrketa herî mezin a hewayî ya Ewropayê ye bang kir ku piştî roja Çarşemê ew ê dest bi grevê bikin.

Rêveberiya şîrketa Lûfthansayê dixwaze pêşiya çalakiya sekinandina kar bigire. Şîrket wê roja Sêşemê pêşniyazeke nû li sendîkaya pîlotan bike.

Lûfthansa daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir wê derbarê biryarên betalkirinê yên firînê di nava rojê de diyar bikin.

Tê payîn greva di beşa rêwiyan de wê rojên Pêncşem û Înê pêk were û li şaxa kargoyê jî heta roja Înê bidome.

Tekana sendîkaya pîlotan Vereînûgûgn Cockpîtê diyar kir greveke nû encax bi pêşniyazeke nû were sekinandin.

Îna borî ji ber greva pîlotan li balefirgehên Frankfûrt û Munîhê hema bibêje hemû seferên firînê hatibûn betalkirin. Ji ber muzakereyên li ser zêdekirina heq bi ser neketibû, biryara grevê hatibû stendin.