Ji ber greva pîlotan Lûfthansayê piranî firînên xwe betal kirin

Şirketa rêyên hewayî ya Elman Luftansa ji ber grevê hema bibêje hemû firînên xwe betal kirin.

Şirketa rêya hewayî Lûfthansayê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber greva pîlotên balafirgehên wan ên bingehîn ên Frankfûrt û Mûnîhê wê roja Îniyê dest bi grevê bikin, hema bibêje hemû firînên xwe betal kirine.

Lûfthansa ya Şirketa rêyên hewayî ya herî mezin a Ewropayê, wê 2’yê Îlonê 800 firînên xwe betal bike. Li gor daxuyaniyê wê 130 hezar rêwî ji vê betalkirinê bi bandor bibin.

Ji ber ku ji gotûbêjên li ser zêdekirina destheqan tu encam çênebû, biryara grevê hat dayîn.

Sendîkaya Vereînîgûng Cockpîtê, ji sedî 5,5 daxwaza zêdekirina destheqan kir û got: “Ji gotûbêjên nû yên ji bo zêdekirina destheqan tu tişt derneket.“

Di birin û anîna rêwiyan û veguhastina bar de nêzîkê 5 hezar û 500 pîlotên Lûftansayê hene. Sendîkaya ku temsîla pîlotan dike jî bi tenê Vereînîgûng Cockpît e.

Bi Sendîkaya Verdî temsîla xebatkarên li erdê dike re di meha Tebaxê de peymanek hatibû danîn. Wê destheqê xebatkaran mehane 200 euro zêde bibe, ji serê sala 2023’yan û pê ve ji sedî 2,5, di Tîrmehê de jî ji sedî 2,5 zêde bibe.