Li Teksasê ji ber karesata lehiyê hejmara qurbaniyan 100’î derbas kir

Li eyaleta Teksas a li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), ji ber karesata lehiyê hejmara qurbaniyan bû 104 kes.

Li gorî hejmara ku rayedaran herî dawî eşkere kir, tenê li herêma Kerr ku herî zêde ji lehiyê bandor bibû 84 kes ku di nav wan de 28 zarok in mirin.

Aliyê herî dramatîk a karesatê li kampeke havînê ya Xiristiyanan a bi navê Camp Mystic li ser Çemê Guadalupe qewimî. Ji 750 kesên li kampê, di nav de zarok û mamoste jî hebûn, 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Waliyê Teksasê Greg Abbott hişyarî da ku barana berdewam a li herêmê dikare bibe sedema lehiyên nû. Bêhtirî 400 xebatkarên rizgarkirinê bi piştgiriya helîkopter û dronan hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin. Lêgerîna windayan bi taybetî li dora bajarê Hunt berdewam dike.

Senator Ted Cruz bûyer mîna "trajediyek ku dilê dewleta me şikandiye" bi nav kir. Hat ragihandin ku zarokên Cruz betlaneyên xwe yên havînê jî li kampê derbas kirine.

Şêniyên herêmê, ji ber di dawiya heftê de bi awayekî têrker ji aliyê rayedaran ve nehatine hişyarkirin, nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Roja Înê, sibeha Roja Serxwebûna DYE’yê, Çemê Guadalupe di nava 45 deqeyan de heşt metre bilind bû.

Serokê DYE’yê Donald Trump karesat wekî "karesatek ku di sedsalekê de carekê çêdibe" bi nav kir. Trump ji bo Teksasê îlanek karesatê îmze kir da ku alîkariya federal pêk bê. Trump, rexneyên ku kêmkirinên budçeyên meteorolojîk pergalên hişyariyê qels dikin, red kir.

Zanyar, dibêjin ku guherîna avhewayê, digel çalakiyên mirovan, bûyerên hewayê yên wiha yên dijwar pirtir û wêranker dike.