SOMO: Herêma Kurdistanê bi awayeke deryasayî petrolê dişîne ji derve

Şîrketa Petrolê ya Iraqê (SOMO) bi gotina “Ji ber ku herêma Kurdistanê bi awayeke deryasayî petrolê dişîne derwe” re ragihand ku wan hemû danûstandinên bi Herêma Kurdistanê re ragirtine.

Şîrketa SOMO radigihîne ku herêma Kurdistanê di redkirina biryara dadgeha federal a Iraqê ya têkildarê şandina derwe ya petrolê de israr dike. Rêveberê Giştî yê Şîrketa SOMO’yê Ela Xizeyer El-Yasirî ji rojnameya fermî ya Iraqê Sebah re ragihand, “Herêma Kurdistanê heta niha pêkanîna biryara dadgeha federal red dike û bi awayeke deryasayî petrolê dişîne derwe.”

El-Yasirî her wiha anî ziman; “Niha ti danûstandinek têkildarê vê proseyê bi hikumeta herêmê re tune ye ku bi fermî ragihandiye ku ew bi temamî biryara dadgeha federal red dike.”

Di heman demê Pisporê Petrolê Hemze Cewahir jî ji heman rojnameyê re axiviye û dibêje, “Yasaya petrol û gazê ya herêma Kurdistanê deryasayî û ne destûrî ye. Pirsgirêka herêma Kurdistanê ya di redkirina biryara dadgeha federal eve ku divê hemû desthilat girêdayî biryarên dadgeha federalî bin.”

Her wiha diyar kir ku li ser vê mijarê di lihevkirine di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de tune ye û li gorî wê herêm bi serê xwe tevdigere û naxwaze ku girêdayî yasayan be.

Cewahir weke din destnîşan kir ku çend doz li dijî şîrketên herêma Kurdistanê ku di beşa enerjiyê ya herêmê dixebitin vekiriye û ji ber wernegirtina destûra kar a yasayî a ji Bexdayê daxwaz ji wan hatiye kirin ku ji bo lêpirsînê, derkevin pêşberê dadgehê. Her wiha têkildarê vê dozê wê çend doz û daxwazên din jî li dijî wan bên vekirin, lê heta niha şîrketan nexwestine qebûl bikin.

Hêjayê bibîr xistinê ye ku dozeke mezin ê dîrokî li ser dosyaya boriya petrolê li dadgeha navbeynkar a odeya bazirganî ya navnetewî li Parîs a Fransayê ji aliyê Iraqê we dijî komara Tirkiyê hatiye tomarkirin ku tê de Iraq li hemberî binpêkirina lihevkirina sala 1973 ya di navbera her du welatan de û rê dayina ji bo Tirkiyê ku li herêma Kurdistanê ya ji bo bikar anîna serbixwe ya boriya petrolê daxwaza tezmînata 26-32 milyar dolar dike. Tê payîn ku dadgeh di demek nêzîk de biryara dawî di berjewendiya Iraqê de bide.